12 januari 2022

Ne rast e kurd bi zor herin meclîsa tirkan

Devlet Bahçelî wê rojê got êdî sebra wan nemeya saniyeyekê jî HDPê di meclîsê da bibînin.

Wa ye serokê Tirkiyê Erdogan jî îro gotiye ew naxwazin HDPê di parlamentoya xwe da bibînin.

Yanî tirk êdî naxwazin kurd di meclîsa wan da hebin. Ev realîteyeke nuh e.

Gerek HDP, PKK, siyasetmedarên kurd, partiyên kurdî vê rewşê analîz bikin û li gorî wê siyaseteke nuh, netewî bidin ber xwe. Meriv nikane bi zor here meclîsa xelkê.

Ew meclîs him ne meclîsa me ye, him jî tu fêda wê ji me ra tune ye.

Kurdên di wê meclîsê da ne azad in, nikanin wek tirkan raya xwe, fikrê xwe bibêjin û bi zimanê xwe bipeyivin. Miamela neyaran bi parlamenterên kurd ra dikin. Di wê meclîsê da kurd êsîr in.

Meclîsa meriv tê d ane azad be, nikanibe bi azadî fikrê xwe bibêje, nikanibe bi zimanê xwe bipeyive meriv naçe wê meclîsê. Çûna wê meclîsê tiştekî pir berradayî ye.

Madem tirk naxwazin di meclîsa xwe da kurdan bibînin dibê kurd jî êdî neçin meclîsa wan, riyeke din bidin ber xwe.

 XXX


Her sibe destpêkeke nuh e.

Sibehan bi hêvîya bihîstina xebereke xêrê, bûyereke baş kompîtora xwe vedikim û bala xwe didim sîteyên kurdan, medyaya sosyal. Carnan hêvî rast digere, carnan jî dişkê.

Lê her roj li bende surprîzeka xweş im. Surprîzên dinyayê pir in, te hew dît hat jî. Îro tiştekî nuh tune.

 

XXX

 

Dogu Perînçek gotiye li Tikriyê di dema hilbijartinan da Amerîka ewê şerekî çekdarî derxe.

Zinya, pîncê provakator cî ji şerekî hundur ra xweş dike, tiştê hukûmet û ew difikire ji nuha da dixe husutê Amerîkayê.

Wer xuya dike ji bo ku hukûmetê ji dest xwe bernedin di pilana Erdogan, Bahçelî û wî da derxistina şerekî jî heye. Ev jî pilana wan a B ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE