13 januari 2022

Serpêhatiyên mîsyonerên emerîkî û marîfetên tirkan

Dêra(kilîseya) Thrıshka-Brisien a emerîkî di nav tirkan da xebatên mîsyonerî dimeşand, dixwest tirkan bike xiristîyan. Lê piştî demekê ji nişka va xebatên xwe yên mîsyonerî rewastand.

Di programeke telewîzyonê ya talkshowê da ji berpirsiyarê dêrê Richard Preachard sebebê vê yekê pirsîn, gotin çima we xebatên xwe yên di nav tirkan da rawestand?

Richard Preachard
serê xwe hejandiye, gotiye:

-Xiristîyanbûna tirkan ewê ji bo dînê xiristîyaniyê xerabiya herî mezin ba, loma me dev ji xebatên di nav tirkan da berda. Me ve yek bi çavên xwe, di praktîka xwe da dît.

Dûra jî mêrik xerabiyên tirkan, tiştên tirkan anîne serê wan li pey hev rêzkirine:

-Bi xiristîyanbûna tirkan ra, berê naqosa (zengilê)dêra me hat dizîn, birin firotin xurdefiroş.
-Dûra îkonên me yên entîk yek bi yek ji ortê wenda bûn û li mazatê hatin firotin.
-Gorristana me firotin 10 mitahîdên cihê.
-Ez qala keçan, jinanan nekim, dest avêtin zangoça kor a 90 salî jî.
- Me hew dît der dora dêrê tije îsportacî bûn. Kokoreçcîyan, sextekarên tiştmiştên sexte, lewanteyên sexte difrotin, kebabfiroş, bi sedan îsportacîyan pê li serê hev kirin.
-Di nav dêrê da fêsadiyê, gelaciyê û dubendiyê dest pê kir. Cimeta me bi hev ket, bû du beş. Her kesî dest pê kir gorra hev kola. Mafya jî tevî hilbijartinên serokê sendîqa alîkariyê bû.
Nîvê namzedên serokatiyê ji paniyên wan bi guleyên şeşderbê(debançeyê) birîndar bûn. Kesê xwe ewliya îlan nekir nema.
-Gotin emê fabrîqyeke otomîbîlan çêkin, ji xelkê pere top kirin. Lê dûra ji ortê beta bûn, perê top kiribûn lûp kirin.
-Jinên zarok jê ra nedibûn xapandin, bi navê tedawiyê tiştê nemayî anîn serê jinan. Derdê wan pir e ez naxwazim zêde dirêj bikim.
Ji bo ku em ji wan xelas bibin, wan dîsa bikin misilman, em cimata dêrê giş kom bûne , em li riyekê, li çareyekê digerin….

Ji malpera Demir Deniz

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE