13 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -7-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-01-13

Min û Mahmûd Kîper me li Odenplanê hevdu dît. Em li ser reşa Serdar Karataş peyivîn. Hevalan hetanî nuha ji bo wî abûqatek jî negirtine. Min gazin ji vê sistiya hevaln kir û got dibê meriv bi ser da here were, bêxwedî nehêle.

Mahmûd got, di konferansa partiyê da ewê li ser daxwaza min a alîkariya bi hevalên Wêranşarê ra were peyivandin. Carekê hin pere ji malbata Sirac Kiricî, Mistefa Kiliç û hevalên din ra hatiye şandin. Min bi nivîskî ji partiyê xwedtibû dibê meriv bi dûzan tim alîkariya malbatên motaj bike.

Min 200 kron aîdat da Mahmûd, min got ji nuha û pêda ezê 100 kronî bidim. Rewşa min aborî ne baş e.

XXX
1996-01 13

Îro kongra Komela Stockholmê hebû. Nêta min tunebû herim kongrê. Lê Salim(Salim Çelîker) telefon kir, got dibê tu werî. Ji bo xatirê wî ez çûm. Ez bûm serokê dîwanê û ketim komîsyona destûrê.

Li dora 35 kesan hatibûn kongrê. Kongre li ber belavbûnê bû, çimkî kes nediket komîta karger.

Min gelek hewil da ji bo ku komîteyek were hilbijartin. Axirê di dawiya dawî organên komelê hatin hilbijartin.

Civata kurd êdî new ek ya 15 sal berê ye. Peoblem cihê ne, daxwaz, hewcedarî û înteresên însanan hatine guhertin. Li gorî vê guhertinê dibê metod û dezgehên me jî nuh bibin, bên guhertin û li gorî şert û hewcedariyên îro xwe organîze bikin.

Lê piraniya însanan vê rastiyê nabînin, dixwazin însan îro jî wek 10-15 sal berê aktîf bin


XXX
1997-01-13

Di kanala TGRTê da  Şerefetîn Elçî bi Profesorekî ra li ser kurdan minaqaşe dikie.  Yê tirk digot miletekî bi navê kurd tune ye, zimanekî bi navê kurdî tune ye. Hûn tirk in, ev rastiyeke ilmî û tarîxî ye.
Ji bo ku heta dawiyê lê gudarî bikim min bi zor xwe ragirt. Min destpêka programê nedît, di 20 deqeyên dawî da min lê temaşe kir. Ji hêrsa tebatî nedihat min.
Bravo ji Şerefetîn Elçî ra, kanîbû li vî bêbavî gudarî bikira. Bersîvên Şerafetîn baş bû, lê bêbav tim ya xwe dubare dikir.

Firat Cewerî telefon kir, ji min li ser sitranan nivîsek xwest. Min got di vî warî da tu zanîneke min tune ye. Lema jî nikanim tiştekî binivîsînim.
Qey dixwaze si vê jimara Nûdemê da sitranên kurdî bike mijara sereke.

XXX
2002-01-13

Nameyeke din ji malpereke Swêregê ra
Merheba ji we ra!

Min malpera(sîteya)we bi riya hevalekî swêregî îro bi dest xist. Bê guman wek her tiştê nuh, ev gava we jî destpêk e û lema jî malpera we pir ne dewlemand e.

Lê ez hêvî dikim ku di rojên pêş da hûnê wê hîn dewlemendtir bikin.

Li alî din malpera we bi zimanê Tirkî ye. Ez qet fêm nakim ji bo çi Kurd malperên xwe bi zimanê Tirkî çê dikin, gund û bajarên xwe bi zimanê Tirkî didin naskirin?

Ma qey Tirk gelkî meraqdarê Swêregê ne ku werin li malpera we mêze bikn? Ez qet bawer nakim ku Swêreg bala Tirkekî bikşîne û bixwaze lê mêze bikie.

Wê demê dimîne em Kurd. Yanî yên ewê lê mêze bikin ya Swêregî ne yan jî Kurdên din in. Dema ez dibêjim Kurdên din, dibê hûn Kurdên Kurdistana Iraqê, Îranê û Sûriyê jî hesab bikin.

Çimkî ew jî dixwazin beşên din yên Kurdistanê û bajarên wn nas bikin. Îcar dema ziman bi Tirkî be nikanin bixwînin.

Lê helbet ne tenê ji ber vê yekê. Bi baweriya min dibê meriv malperên xwe wek prensîp bi Tirkî çêneke.  Heger hûn nikanin ez dikanim alîkariya we bikim û nivîsên we ya rast bikim ya jî ji we ra bikim Kurdî.

Birayên delal, divê Kurd hinekî jî qedir bidin xwe, bidin zimanê xwe. Ma hewqas zilm û zor hîn jî hişê me neanîye serê me?

Dibê hûn li bajarê xwe , di nav gel da li gotin, stran û çîrokên Kurdî bigerin, wan top bikin û têkin malpera xwe; ne ku yên Tirkî. Tiştên Tirkî jî, heger însanên me gotibin helbet ew jî heta dereceyekê yên me ne.

Lê belê dibê esas em yên xwe yanî yên bi Kurdî derxin pêş û qedir û qîmetê bidin wan.

Mesela hûn dikanin stranên di dawet û govendan da tên gotin, stranên li ser bûk û zavê tên gotin(çi bi zazakî, çi bi Kurmancî), şiîrên bi Kurdî hatine nivîsîn(mesela hin şiîrên rahmetî Faîk Bûcak hene) û gelek tiştên wek wan bidin hev û biweşînin.


Bi vê yekê hûnê him malpera xwe dewlemend bikin û him jî xizmeteke baş pêşkêşî gelê xwe bikin.

Dewleta Tirk ji xwe bi hemû îmkan û terora xwe ya fizîkî zimanê me yasax kiriye û dixwaze wek milet me bihelîne, me ji ruyê dinyayê rake. Îcar qe nebe em Kurd bi xwe jî ji vî armanca dewletê ra xizmetê nekin û nebin alet.

Zimanê meriv huwîyet û şexsiyeta meriv e, dibê meriv li huwîyet û şexsiyta xwe xwedî derkeve.

Dema hûn spasiya kesên ku alîkarî bi we ra kirine dikin, hûn navê "Nîhat Turkirki" jî dinitirînin û spasî wî jî dikin. Vî navî bala min kişand. Ez nizanim gelo bi rastî paşnavê wî "Turkirki"ye ya jî bi çewtî wiha hatiye nivîsîn.

Lê heger bi rastî jî paşnavê wî wiha ye, wê demê Tirk li me siwar bin jî ne neheq in. Diyar e li ruyê erdê êdî xurûr û şerm jî nemaye!

Bi hêviya ku bi qasî bajarê xwe, hûn ji zimanê diya xwe jî hez bikin...

Zinarê Xamo

Not:

Dibe ku we ez meraq kirim. Ez ji Wêranşarê me.

2002-01-13


XXX
2014-01-13 16:25

Ji Îbrahîm Aydoga ra

Brahîm merheba. Çend meh berê min kitêba xwe ”Antolojiya çîrokên zarokan” da weşanxana Rûpelê. Soza wan ya cara dawî ewê berî serêsalê derketeta, lê dernekt.

Do êvarî min telefonî Nedîm kir û rewşa kitêbê jê pirsî. Ji min ra got êdî ne ew, tu bûye berpirsiyarê Rûpelê û weşanê. Got Brahîm Aydogan li te negeriyaye, min got na. Nuha ev mesele çi ye, bi rastî tu bûye berpirsiyarê Rûpelê ya na?

Û heger tu berpirsiyar î, rewşa kitêba min çi ye, ez dixwazim tu bersîvekê bidî min. Van hevalan ez xeyla sikestî kririm.

Min sergêjiyek wiha qet û qet ji wan nedipa. Li hember tiştê bûye ez gelkî matmayî mame…

Bi silavên dostaniyê.

 Zinarê xamo

 

XXX
2014-01-13

Brahîm li ser kitêba min Antolojiya Çîrokên Zarokan meylek ji min ra şandiye, gotiye ezê redakte bikim. Min tiştek ji vê Weşanxaneya Rûpelê fêm nekir, xwedêgiravî rastkirin qediya bû, min şiklê dawî ji wan ra şand. Lê Brahîm jî wa ye tiştekî nuh dibêje. Min ev bersîv da Brahîm.

Îbrahîm*, gelek sipas ji bo bersîva te ya têra xwe dirêj.
Ezbenî, ji bo zêde wexta te negirim ezê zêde dirêj nekim.

Wek min di meyla xwe ya berê da jî gotibû, li gorî meylên hevalan kitêba min xwedêgiravî hertiştê wê qediyabû û li ber çapê bû. Ji min ra wisa nivîsîn.

Lê nuha gava tu qala redektekirinê dikî ez şaş dimîmin, ji ber ku me çend caran ji hev ra şand û redekta dawî qebûl bû.

Risim temam bûn, mîzanpaj çê bûbû, kitêb li ber çapê bû.
Lê nuha wa ye tu cardin qala redetekirinê dikî.

Ez vê tevliheviyê fêm nakim. Axirê çîrok dirêj e ya baş ew e ez dubare nekim û wexta te negrim. Jixwe feydeya wê jî tuneye.

Nuha tiştê herî muhîm wa ye tu dibêjî ewê heta meha gulanê derkeve. Ez dev ji tiştên berê berdidim û vê tarîxê qebûl dikim.

Lê heger tu yê careke din redekte bikî wê demê dibê ez jî berî çapê careke din bibînim.
Û di vê nabênê da min 7 çîrokên din jî amade kirine û li ser yeka din jî dixebitim.

Heger dibe û tu bixwazî ez dikanim wan jî ji te ra bişînim û tu dikanî wan jî(8 heb in) li kitêbê zêde bikî.
Lê kêfa te ye. Heger ne mimkûn e bira bimîne.
Gelek silavên biratiyê Ji nuha û pê ve bi vê meyla jêr ji min ra binivîse.

zinarexamo@gmail.com

*Îbrahîm Aydogan

2014-01-13 20:21

Îbrahîm, gelek sipas ji bo bersîva te ya têra xwe dirêj. Ezbenî, ji bo zêde wexta te negrim ezê zêde dirêj nekim.

Wek min di meyla xwe ya berê da jî gotibû, li gorî meylên hevalan kitêba min xwedêgiravî hertiştê wê qediyabû û li ber çapê bû. Ji min ra wisa nivîsîn.

Lê nuha gava tu qala redektekirinê dikî ez şaş dimîmin, ji ber ku me çend caran ji hev ra şand û redekta dawî qebûl bû. Risim temam bûn, mîzanpaj çê bûbû, kitêb li ber çapê bû. Lê nuha wa ye tu cardin qala redetekirinê dikî.

Ez vê tevliheviyê fêm nakim. Axirê çîrok dirêj e ya baş ew e ez dubare nekim û wexta te negrim. Ji xwe feydeya wê jî tuneye.

Nuha tiştê herî muhîm wa ye tu dibêjî ewê heta meha gulanê derkeve.

Ez dev ji tiştên berê berdidim û vê tarîxê qebûl dikim. Lê heger tu yê careke din redekte bikî wê demê dibê ez jî berî çapê carê din bibînim. Û di vê nabênê da min 7 çîrokên din jî amade kirine û li ser yeka din jî dixebitim. Heger dibe û tu bixwazî ez dikanim wan jî ji te ra bişînim û tu dikanî wan jî(8 heb in) li kitêbê zêde bikî. Lê kêfa te ye. Heger ne mimkûn e bira bimîne.

Gelek silavên biratiyê Ji nuha û pê ve bi vê meyla jêr ji min ra binivîse.

zinarexamo@gmail.com

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar