14 januari 2022

Ez û zimanê tirkî

Ji 1980î  virda ye, yanî cergî ez hatime Ewrûpayê min tirkî ji xwe dûr xistiye, hema hema ez bi bi tirkî napeyivim. Tirkiya min bûye wek ferhengeke di bêrîka min da, dema ez mecbûr mame min bi kar anîye. 
Li mala me jixwe bêyî min kes bi tirkî nizane.

Yanî ev 42 sal in min tirkî ne wek ziman, wek ferhengeke destan carnan bi kar aniye.

Hin heval, nas û dostên min jixwe nizanin ez bi tirkî zanim. Çimkî tu carî nedîne ez bi tirkî dipeyivim, peyveke bi tirkî ji devê min derketibe.

Hûn rastiyê dixwazin tirkiya min jî ne tu tirkî ye, ez tirkî li kuçê û ji kitêban fêr bûme, neçûme dibistanê, li dibêstanê fêr nebûme.

Şivanên me ji bizina kol fêr dibin, ez jî li kuçê û ji kêtêban fêr bûm.
Heger her kurdî, her kurdê wek min tirkî bi teseruf bi kar bianiya, bawer bikin kurdî nediket vî halê perîşan.

Di cimatekê da dema hin jin bi hev ra bi tirkî dipeyivin, xanimên hin hevalan tên giliyên wan bi min dikin, dibêjin ”abê, mêze filan kesê, ya jî filan keso bi tirkî dipeyive, exlaqê me jî xera dike !”

Lê yên wiha dibêjin, tên vî gilî bi min dikin, him bi wan ra bi tirkî dipeyivin, dilê xwe bi axaftina tirkî rehet dikin, him jî tên muxbîriya wan dikin...

Ez çer berê xwe bi wan da dikim, tavilê sohbeta xwe diqulibînin kurdî û dibêjin:

-Wele min dest pê nekir, wî/wê dest pê kir! Abê, filan kesê her tim wiha dike. Ne ew be tobe heram tu carî gotineke bi tirkî ji devê min dernakeve !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE