14 januari 2022

Gerek Rûdaw bi zimanê kurdî nelîze !

Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye:

”Li Erzingan û Erdexanê berf bandoreke nerênî li jiyanêdike”

Ez dibêjim ev sernivîs şaş e, dibê wiha be:

-Li Erzingan û Erdexanê berf bandoreke neyênî/neyînî  li jiyanê dike.”

Yanî peyva ”nerênî” şaş e, peyveke çêkirî ye. Tiştê ez zanim di kurmancî da sifetekî wiha tune ye.

Bi kurmancî erênî û neyînî/neyênî heye, ”nerênî” min nebihîstiye. Gelo ”nerênî” bi şaş hatiye nivîsîn ya jî bi rastî sifetekî wiha heye?

Rûdaw pir bi kurmancî dilîze, peyvên ne li gorî kurmancî çêdike. Di kurmancî da sifetê(renngdêra)neyênî/neyînî heye, ji bo çi hûn yeka şaş çê dikin?


Mahmûd Lewendî: Nerênî ji "ne-erênî"yê çêkirine. Yanî "erênî" û "neerênî" îcar ew jî bûye nerênî.

Zinarê Xamo: Ê çi hewcî ye eva naylon û pîne?

Çimkî "neyînî, neyênî" berê heye, ji bo çi ewê sifetê heye, her kes bi kar tîne bidin alîkî û tiştekî sûnî, naylon çêkin?

Sifetê neyênî/neyînî tunebûya dîsa dibû, lê heye. Ev, lîstika bi zimîn e, hevalên bi zimên û ferhengan mijûl dibin dibê vê yekê rexne bikin, dibê bêdeng nemînin. Jixwe bêdengiya kesên zane dibe sebebê lîstik û tahrîfatên wiha.

Axa Kurdikî: Hela em ê hê ji destê kurdokan çi bikişînin!

Li hêlekê "nerênî", li hêlekê "teqîn encam dide", li hêlekê "jiyan dikin",

li hêlekê "Xwedê / Xuda xwe bi xwe dide û dibe (xwe-da) xweda" û nizanim çi.

Benav: Mamoste, qasê kû dizanim normal şêwe ya “nihêrîn” a herêma beşek Sêrtê û Êlîhê ye ku gotina “binêrê” dibe “birêne”. Êdî bûye “xeletê menşûr”. Lê “Nerêne” bi gumana mim yan tîpa “e” ya “Ne +erênî” kêm e. Yan jî bi zanebûn têkel kirine û bûye peyveke çêkirî.

Zinarê Xamo: "Binêre, birêne" lêkereke, ew tiştekî din e. Nerênî ji "ne-erênî"yê çêkirine. Yanî "erênî" û "neerênî", kirine "nerênî." Sifetekî wiha di kurmancî da tune ye. Sifetê "neyînî/neyênî berê heye, çi hewceyî tiştekî sûnî, naylon e? Ziman ne pêlîsyoke, medya kurdî dibê wiha neke.

Benav: Rast e. Mixabin mijara zimên ku hatiye polîtîze kirin kontrolek netewî re rê nahêle. Loma jî nezanî dibe şûrê genî li ser stûyê zimên û li gor têgîhiştina xwe çê ûxirawe dikin.

XXX

Ev du roj in Rûdaw gotina "kasibkar" bi kar tîne, cara pêşî ye ez dibihîzim. Mesela gotiye:
"
Li Rihayê kasibkaran bi çekan êrîşî hev kirin."
Min di ferhenga da jî gotina "kasibkar" nedît. 
Gelo "kasibkar çi ye?
Rûdawê meriv dixwîne derdek e, nexwîne derdekî din e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE