Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-14
Çûm komelê. Mîlonasê yûnanî, xwediyê çapxanê jî hat wir. Min kitêba Kerîm Husamî teslîmî wî kir û 2500 kron jî ji deynê me yê berê dayê. Dema çav li pera ket keniya, kêfa wî hat. Pere meriv rûliken dike.
Dûra raste rast hatim malê. Hin kovarên swêdî, kurdî ji min ra hatibûn, min dest bi xwendina wan kiribû.
XXX
1987-01-14
Îro Armanc derket. Pir kêfxweş im.
Rojnameya Aftonbladetê îro dîsa 3 rûpel li ser apociyan, PKKê û kuştina Palme nivîsîye. Hêvî dikim ev rûreşiya nekeve pêşa kurdan. Lê ji şopan giraniya herî mezin didin ser PKKê û apociyan. Weşanên bi vî rengî kurdan pir bêhuzûr dike, dixe nava tirsê.
XXX
1988-01-14
Çûm pêrgî keça Hesenê Çûço(Hesen Ozkan). Ji Almanyayê bi tirênê saet 19.00a da hat.
Do ji Almanyayê Kamîl telefonî min kir, got Rehîme Ozkan sibe ewê were Stockholmê, here pêrgîyê.
Rehîme havala me bû, dihat komelê, di çend piyesên me da jî lîst.
Min bir mal. Bavê wê, malbata wê dostên min in. Em cîranê hev in. Çend meriv û pismamên wê hevalên me ne. Çima ji Almanyayê hatiye Swêd nizanim.
XXX
1996-1-14
Îro civîneke apociyan hebû, min min jî kiribûn. Ez neçûm. Civîn li ser nave Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd tê çêkirin. Li gorî agahdariya wan, ewê ronakbîr di nav xwe da sohbet bikin.
XXX
1996-01-14
Pîra cîrana ma(swêdî ye), em ezimandin qahwê. Bi taximek fîncanên pir taybet, gelkî xweşik qahwe îkramî min û xanimê kir. Paste jî wê bi destê xwe çêkiribû. Nabêna me pir baş e, mêrê wê wefat kir, ew bi tenê ye. Carnan em jî hin tiştan îkramî wê dikin.
XXX
1997-01-14
Hevalên PDKê û YNKê di bin çacdêriya Amerîka, Îngilistanê û Tirkiyê da li Anqerê civiyan. Ev civîna sisiya ye. Berê gotin ewê Celal Talabanî û Medûd Barzanî jî beşdar bibin lê wer derneket. Li ser navê PDKê Samî Evdirehman beşdar dibe. Bi qasî ez zanim li ser navê YNKê jî Ednan Muftî ye. Lê hîn baş diyar nebûye.
Tirkiyê di dema Şêx Mahmûdê Berzencî da çi anî serê kurdan îro jî ewê eynî tiştî bîne serê PDKê û YNK û kurdên başûr. Lê ne sûcê tirka ye, yên me viya dixwazin.
Heger ji bin da ne totikvala bûna tirk nedikirin nabênciyên xwe, civînên xwe di mala neyarên xwe da çênedikirin. Bi destê xwe gorra xwe dikolin. Ev nabêncîtiya tirkan ewê li ser wan pir biha rûne. Carê ketine himêza tirkan xelasiya wan pir zor e...
XXX
2002-01-14
Elî,* birayê min ê delal, merheba!
Gelek spas ji bo nameya te. Bihurtî be! Min bihîst dîsa qezak biçûk hatiye serê te. Ez hêvî dikim ku ewê tu zêde neêşandibin.Di vî warî da tiştekî ku ez zêde bibîjim tunye. Diyar e mêrika karê xwe dikin...
Ez û zarok, em hemû baş in. Wek tu jî texmîn dikî li vir tu
tiştekî nuh û xerîb tuneye, jiyan bi hawakî mirî derbas dibe.
Ez zanim min bersîva
nameya te hinekî bi derengî xist. Ez hêvî dikim ku tu yê li qusûra min nenêrî.
Belê, te di wê nama xwe da ji min û ji hevalên vir hin gilî
û gazin kiribûn. Ez ne kanim bibêjim tu neheq î û ne jî tu bi heq î. Çimkî para
rastiyê di herduyan da jî heye.
Lê heger tu rastiyê bixwazî tiştekî ku meriv ji vir ji te ra
binivîse tuneye.
Çimkî herkes ya li ser karê xwe ye ya jî ji mercbûrî, ji bo ku kanibe jiyana
xwe bidomîne diçe mektebeke zimên ya jî qursekê.
Helbet yeko yeko hin kesên ku halên wan xweş in jî hene. Lê bi piranî însan
mecbûr in debara xwe bikin.
Mesela ez her roj sibê seet di 06.00an da radibim diçim kar û seet di 16.40î da
jî kar diqedînim.
Heta digihîjim mal saet dibe 18.00. Dûra jî şîv e, guhdarîkirina xebaran e,
seet dihere digihîje 20.00an.
De îcar di şertên wiha da û bi van îmkanan merivê kanibe çi siyasetê û çi
xebatê bike?
Ya din, heger şertên meriv yên maddî baş be jî tu siyaseta ku meriv li vir bike
tunye. Ji ber ku siyaset di nav milet da dibe.
Em li vir ne di nav milet da ne, em li sirgûnê ne. Li welatekî ku bi hezaran
kîlometir ji erd û ava meriv dûr, meriv nikane tu siyasetê bike. Jixwe kes kesî
nabîne.
Ya di şînekê da ya jî di dawetekê da dema meriv hevûdu dibîne jî pir pir qala
rojên berê dike.
Yanî ji sohbeteke nostaljîk wêdatir naçe. Ji ber ku tu tiştekî meriv ji hev ra
bibêje tunye.
Yanî ne ez dikanim Bûrkay biguherînim û ne jî ew dikane min biguherîne. Herkes
bi heval û der û dora xwe ya berê ra dide û distîne.
A ji ber vê yekê jî tu tiştekî ku meriv binivîse tuneye. Siyaset jî, xebat jî
li welêt e. Tişê li vir dibe ji bo Ewrûpiyan e. Dema meriv bixwaze siyasetê
bike divê meriv vegere welêt.
Bê guman ew jî pir nerehet e, divê îmkanên meriv hebin. Çimkî gelek gelşên ne
di hesêb da îro derketine hember me. Nuha ez naxwazim qala wan bikim.
Îcar rewşa welêt jî tu ji min baştir dizanî. Li wir jî hin
gelşên din hene. Ez tu ji dost û hevalekî ra nabêjim divê meriv bi vê hêza ra
bixebite û bi vê hêzêra nexebite.
Lê wek şexs, heger îro ez li welêt bûma ezê di nav HADEPÊ da bixebitiyama.
Ez di şertên îro da bêyî vê tu alternatîveke din nabînim. Helbet dema meriv
bixwaze xwe bixapîne, meriv dikane bi çend kesan ra (bêyî ku haya kesî ji
hebûna meriv hebe) ”dikaneke” biçûk veke û navê wê jî nizanim bike partiya
çi...
Ez ne li dijî xebat û hewildanên wiha me, lê belê hêviyakê, heyecanekê nade
min.
Me bîst sal berê çi gotibû, divê îro jî em wê dubare nekin. Heger bi siyaseta
xwe em nikanin dil û mejiyê milet qezenc bikin miheqeq di siyaseta me da
çewtiyek heye.
Heger çewtiyek tunebûya îro emê ne di vî halî da bûdna. Em dikanin li gelek kes
û hêzan rexne bigrin û hin nav û nîçokan li wan kin. Dibe ku kêfa çend kesan jî
ji van rexneyên me ra bê û ji me ra bibêjin her bijî! Lê armanca siyasetê
netîce ye, ne gotinên vala ne.
Meriv ji bo ku tiştekî biguherîne, tiştekî bi dest xe siyasetê dike.
Dema meriv bi xebata xwe vê netîcê negre, yanî dema meriv bi salan nikanibe
bibe hêzeke maddî, wê gavê divê meriv kumê xwe deyne ber xwe û bifikire!
Gelo ji bo çi hin hêz îro wiha xurt bûne, lê em jî wek mîza devê tim bi paş da
diherin?
Ez bi xwe gelek qedir û qîmetê didim hevkarî û dostaniya di
navbêna Kurdan da. Çimkî ez riya serkeftinê jî di vir da dibînim.
Min zêde dirêj kir.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da.
*Elî Burun
Zinarê Xamo
XXX
2000-01-14
Salim hatibû, me li bajêr hevûdu dît. Me bîstekê sohbet kir. Digot karê min baþ e. Ji xwe re tiþtekî wek þîoskê vekiriye. Roja Yekþemiyê emê dîsa hev û du bibînin û bi hev re herin mala Mûrad.
XXX
2014-01-14
Fewaz Husên ji ber betalkirina civîna wî ji qoseriyên organîzator ra gelek
peyvên ne xweş kiribûn. Minaqaşe di malpera Husên Duzen bû, lê wî dûra rakir.
Li ser vê, min ev nivîs ji Husên Duzen ra şand:
Tu serbestî bira. Bi dîtina min, hezkirina meriv ji mirovekî
ra dibê nebe sebebê xweşdîtina pozbilindî û heqaretên wî yên li xelkê.
Gotinên Fewaz Husên kirine pir giran in. Însanekî çi berhem dabe û ji gel ra çi
xizmet kiribe jî ev yek maf nade wî ji xelkê ra gotinên ne li rê, gotinên tahl
bike û xwe hewqasî binepixîne.
Û dema yekî ev yek kir jî wek dost û heval dibê meriv qebûl neke, xweş nebîne.
Bi kêmanî ez qebûl nakim û rast nabîn.
Ez hîn jî fêm nakim bê tu çawa dikanî xerakirina şiroveya xwe hewqasî sivik
bigrî?
Tu çawa dikanî vê bêhurmetiya wî wiha xweş bibînî?
Gotinên Fewaz ji qoseriyan ra kirine kîjan serok û nivîskarên kurd(sax û
mirî)kiriba wek însan minê xweş nedîta û rexne bikira.
Yanî dibê berhem û karê însanekî nebe destûrnameya pozbilindiyê û heqareta li
xelkê.
Îptalkirina civînê dikane şaş be, heqê wî heye bixeyide, heqê te heye tu rexne bikî,
lê nabe ku ew wan gotinan ji xelkê ra bibêje û tu jî wan gotinên Fewaz xweş
bibînî û rexne nekî. Tiştê ez matmayî hîştim ev şêla te ye.
Ez û Fewaz zûda hevûdu nas dikin, lê samîmiyeteke me tunebû. Di vê sala dawî da
min hinekî ew nas kir.
Ez gihîştim wê qenaetê Fewaz ne merivekî kamil û temam e, bêîstîkrar e, dibê
meriv hevza xwe jê bike…
Îro ji min ra meylek şandiye, qey ji minaqeşeya do bi şev haya wî çêbûye. Min
bersîv nedayê û ew bloke kir…
Gelek silavên biratiyê…
XXX
2017-01-14
Ji Omer Şêxmûs ra
Kekê Emer merheba! Li ser sohbeta me ya do min ev nivîs nivîsî. Berî ku ez
belav bikim min xwest tu bixwînî. Heger îtîrazeke te tunbe ezê sibe belav
bikim. Û heger tiştekî tu bixwazî ezlê zêde bikim ji min ra bibêje. Tu kanî
telefon jî bikî. Gelek silavên biratiyê Zinarê Xamo
Bi Omer Şêxmûs ra sohbetek xweş
Do êvarî min û kekê Omer Şêxmûs(Omer Sheikhmous) li
taxeke Stockholmê, li pastexaneyeke gelkî kevn û navdar sohbeteke pir germ, bi
feyde û xweş kir.
Me berê jî çend caran bi hev ra sohbet kiribû. Di destpêka
salên 1980î da jî gava hîn li zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner dixebitî, min
û Heyder Diljen ji bo rojnameya Armancê pê ra hevpeyvîneke dirêj kiribû. Ji xwe
di wê hevpeyvînê da min hinekî ew ji nêz ve nas kir.
Lê sohbeta me ya do êvarî hinekî cuda bû, min hin tişt meraq dikirin, min ew
tişt jê pirsîn û wî jî dîtin û baweriyên xwe gotin.
Berê jî bala min kişandibû, kekê Omer Şêxmûs li gorî salên xwe(1942)
xwedî hişekî(hafizayeke) pir xurt e, nav, tarîx û gelek tişt û bûyer baş tên
bîra wî. Ev jî nihmetekî Xwedê ye, bi her kesî ra tuneye.
Kekê Omer Şêxmûs ronakbîr û siyasetmedarekî hêja ye, li Kurdistana rojava, li
Ewrûpa û başûr bûye aktor û şahidê gelek tiştan û gelek bûyeran û di heqê her
çar beşên Kurdistanê û serokên kurdan da xwediyê gelek zanîn û agahiyên hêja
ye. Yanî têkoşer û şahidekî dîroka me ya nêz e.
Omer Şêxmûs, bi kurdên her çar perçên Kurdistanê ra gelek xebatên hêja kirine û
hîn jî aktîv e, wek hinekan li mala xwe rûneniştîye û dev ji her tiştî
bernedaye.
Bûyerên îro li Kurdistanê diqewimin, pêşketinên herêmê û dinyayê, gelşên nabêna hêzên kurd baş taqîb dike, dixwaze kurd bibin yek û vê fersenda îro ji kurdan ra peyda bûye ji dest xwe nerevînin.
Ji bo vê yekê jî çi ji desta tê dike.
Ew ji Kurdistana rojava, ji bajarê Amûdê ye û di sala 1958a da bûye endamê PDKa
Sûriyê.
Her çiqas xebata wî ya siyasî û kurdperwerî ji Kurdistanana rojava
dest pê kiribe jî, lê ew tu carî ”mehelî” nemaye û mehelî
nefikiriye.
Ew di sala 1960î da bi gelek endam, berpirsiyar û serokên PDK Sûrî ra tê girtin
û demekê di zindanê da dimîne.
Piştî ku ji zindanê tê berdan di destpêka sala 1962a da ji bo xwendinê diçe
Londonê û li Zanîngeha Londonê dest bi xwendinê dike.
Di sala 1967a da Zanîngeha Londonê diqedîne.
Û di eynî salê da jî koçî Stockholmê dike, xebata xwe ya
siyasî kurdperwerî îcar li Stockholmê didomîne.
Di ber kar û xebatên xwe yên siyasî ra ji sala 1973a heta 2001ê li
Zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner lêkolînan dike.
Di nabêna salên 2001 û 2007a da diçe Emerîka û dibe berpirsiyarê VOA, Radyoya
Dengê Emerîk beşê kurdî.
Yanî jiyaneke gelkî dewlemend û mişt bûyer û koçberî.
Ji destpêka salên 1960î û heta orta- 1970î da wî û
çend kurdên wê demê li Ewrûpayê bûne ji bo şoreşa Kurdistana başûr gelek
xebatên giranbiha kirine.
Di nava şoreşa Kurdistana başûr da bi rengekî aktîf ciyê xwe girtiye û dû ra jî
bûye avakar û yek ji berpirsiyar û serokên YNKê yê muhîm.
Wî, qada xebata xwe tu carî bi beşekî Kurdistanê ve sînor nekiriye, her tim bi
kurdên ji her çar perçên Kurdistanê ra ji bo azadiya her çar beşên Kurdistanê
xebitiye û têkoşîn daye.
Lema jî kekê Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê hemû kadir, ronakbîr û
siyasetmedar û serokên kurdan ji nêz ve nas dike û bi gelekên wan ra dostî û
hevalî kiriye.
Bi gelekên wan ra serpêhatî û bîranînên wî yên tahl û şîrîn hene.
Piştî têkçûna şoreşa Kurdistana başûr, di 1ê hezîrana 1975a da bi Mam Celal û 5
hevalên xwe ra YNKê ava dikin.
Û dû ra karê xwe yê zanîngeha Stockholmê, jiyana reht terikandiye û berê xwe
daye başûr û çiyayên Kurdistanê, bi Mam Celal ra bûye pêşmerge, bûye yek ji
serokên YNKê.
Bi kurtî Omer Şêxmûs, ji salên 1960î da ye wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd
di nava gelek bûyerên muhîm da cî girtiye, bûye şahidê gelek bûyeran û li ser
gelek kadir û ronakbîrên kurd yên wan salan gelek bîranînên wî yên giranbiha
hene.
Xatirayên(bîranînên) xwe bi rengekî hevpeyvîn nivîsî ye lê ne bi tîpên latînî
bi kurmancî ye, bi soranî ye, hêvî dikim rojekê hinek bikin latînî, kurmancî û
em jî feydeyê ji bibînin.
Wek min got, Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê, ji hemû partî û
rêxistanan gelek siyasetmedar û kadirên kurd ji nêz ve nas dike, bi gelekan ra
di gelek warên cu da xebitiye û dostî û hevaltî kiriye.
Bêguman sohbeta bi kesekî wiha ra pir xweş e, meriv jê gelek tiştan, gelek
bîranînan meriv nebihîstiye dibihîze û fêr dibe.
Lema jî min çend pirs jê kirin û mala wî ava be, wî jî bi dilnizmî dîtin û
fikrên xwe got. Ez pir kêfxweş bûm, me sohbetek xweş kir.
Berê li Kurdistanê şertên meriv li mezin û rîsipiyên xwe
guhdarî bikira hebû. Xort li qahwê, li cimatê li dora wan kom dibûn û guh didan
serpêhatî û bîranînên wan.
Bi devkî bûya jî axirê rîsipiyan tecrûbeyên xwe dewrî nifşên(cîlên, qirnên)nuh
dikirin, meriv hin tişên muhîm û dîrokî fêr dibû.
Lê li Ewrûpayê mixabin ew zemîn tuneye, meriv ancax li şînan hev û du dibîne û
li wan deran jî sohbet ne mimkûn e.
Lê do êvarî min ev nostaljiya xwe piçek be jî bi cî anî. Sohbetek xweş bû, min
ji sohbeta me gelek sûd girt û hin tiştên nuh fêr bûm.
Omer Şêxmûs:
Spas ji bo kekê Omer Şêxmûs ji bo ku him xwe westan hat û him jî camêr nehîşt
ez destê xwe bavêjim bêrîka xwe, got him ez ji te mestir im û him jî tu mîvanê
min î. Lê min soz jê girt, careke din ewê dora min be…
Pir spas Kak Zinar. Malava u dest xwesh. Tene, Te cwameri di
behsa xwe de kir ye. yek tisht hebu min xwest le zede bikim. Sala 1975 (di yeke
Hezirane de) , ez yek ji damezrenere YNK bum, digel Mam Celal u 5 hevalen din.
Bi xera xwe, teksta xwe disan bixwine. Ez wa dizanim ko li 1-2 ciyan shashiti
yen chap hene. Shev bash u emir dreej bi heta careki din.
Omar.
Fermo kekê Omer, min rast kir û ew tiştê te gotibû jî lê zêde
kir. Hêvî dikim bi dil te be.
Zinar:
Ez dixwazim van agahiyan jî li nivîsê zêde bikim. -Tu endamê PDK-Sûrî bû? -Tu
kîjan salê li Sûriyê hatî girtin? -Tu kîjan salê çû Londonê? -Tu kîjan salê
hatî Swêd?
2017-01-15 14:38
Omer:ê
Kak Zinar, Roj Bash.
1- Ez di sala 1958 bum endame KDP li Suri u ez di Augusti sala 1960 de hatim
zindani kirin digel pirani ya serokitya KDP;
2- Ez di Februari 1962 chum London ji bo
xwendine (di roja 20-salya min de bu).;
ez di septembera 1967 de hatim Stockholm e..
Omer
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar