14 januari 2022

Erdogan dixwaze bi Yekîtiya Ewrûpayê ra li hev were (!)

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro bi sefîrên welatên Yekîtiya Ewrûpayê civînek çêkiriye û ji wan alîkarî û piştgirî xwestiye, gotiye ”em amadene bi Yekîtiya Ewrûpayê ra rûpeleke nuh vekin.”

Fêlbaz û sextekarê heram, cî lê teng bûye, li dû fêlbazîyekê ye, dixwaze bi destê Yekîtiya Ewrûpayê benê li gewriya xwe sist bike.

Heta nuha Yekîtiya Ewrûpayê bêminet dikir, gotinên nemayî ji Yekîtiya Ewrûpayê kir, nûnera Yekîtiya Ewrûpayê li ser niga hîşt, li kêlek xwe neda rûniştandin. Got ez biryarên Yekîtiya Ewrûpayê nas nakim, filisekî xwe jî di biryara wan nadim.

Heta nuha deh caran henekên xwe bi biryarên Mahkima Mafên Mirovî ya Ewrûpayê kiriye, gotiye ez we nas nakim û biryarên we jî bi cî naynim.

Lê nuha jî dixwaze bi Yekîtiya Ewrûpayê ra ”rûpeleke nuh veke”, pê ra li hev were.

Dixwaze firildaqek nuh bigerîne, jixwe hal û karê wî fildaq e, geh wî dixapîne, geh yê din dixapîne…

Berpisiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ji wî xerabtir in, ewê xwe bi qurban kin, vê pêşniyara wî bi reqs û kêfxweşî qebûl bikin. Ez wer texmîn dikim. Hêvî dikim wer nekin, wî ji gerreka ketiyê dernexin, benê di gewriya wî da sist nekin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE