15 januari 2022

Gelo hûnê jî zarokên xwe bişînin derska kurdî ?

Kampaniya partiyên kurdî, HDPê ji bo dersa kurdî dane destpêkirin bi derengî be jî baş e, mala wan ava be. Çiqas kes zarokên xwe bişînin dersa kudî baş e, li kara me ye.

Gelo HDP, partiyên kurdî, yanî kesên vê kampaniyayê dimeşînin ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin, zimanê wan ê malê kurdî ye?
Û ewê jî zarokên xwe bişînin dersa kurdî ya na?

Yên hetanî nuha li malê, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivîn ewê dev ji tirkî berdin, ewê bi zarokên xwe ra êdî bi kurdî bipeyivin? Ewê jî zarokên xwe bişînin dersa kurdî.

Medyaya kurdî dibê bi pey vê meselê keve, gotin û emelê kê hev digire, yê kê hev negire were kontrolkirin.

Tiştê meriv ji milet xwest dibê bi xwe jî bike.

Yên ji milet ra bibêje zarokên xwe bişînin dersa kurdî, dibê ew bi xwe jî wê dersê ji bo zarokên xwe hilbijêrin.
Gerek medyaya kurdî vê meselê taqîb bike.

XXX

Bi min wer tê gelek kurd di dilê xwe da dibêjin xwezî em kurdên zimanê me tirkî bûya. Erê bira em kurd bin, kurd bimînin, lê zimanê me bira ne kurdî, bira tirkî be.

Loma dev ji kurdî berdan, zarokên xwe fêrî kurdî nekirin.

Nuha jî poşmanî fêde nake, zarok, xort ji dest çûne, bûne malên zimanê tirkî.

40 sal berê min got dawiya me ev felaket e, dibê em tirkî nekin zimanê xwe yê siyasetê, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Lê pêşeng û siyasetmedarên kurdan felaketa îron nedîtin, li zimanê xwe xwedî derneketin. Îro jî pir dereng e, zirar pir mezin e, yên çûne êdî venagerin.

Di vî warî da sûcê me pir e, ne dewletê, me, dê û bavên kurd kurdî fêrî zarokên xwe nekirin, wan zarokên xwe asîmîle kirin, tirkî kirin zimanê wan. Yên wisa kirin dibê vê şaşiya xwe bibêjin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE