15 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -9-

Weşandina hin not û nameyên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-01-15

Min îro dest bi kar kir. Çend roj bûn hinekî nerehet bûm. Bi xêra nexweşiyê min westa xwe jî girt.
Min kitêba 1922 Ankara xwend. Ji alî du nûnerên Komînternê ve hatiye nivîsîn. Hin tiştên pir balkêş têda hebûn.
Ji bo min ya muhîm Komînternê wê demê bi çi çavî li kurdan nêrêye ?
Kurdan, tevgera miletê kurd qet bala Komînternê nekişandiye, di belge û nivîsan da qet qala kurdan nehatiye kirin. Fena ku kurd wê demê tunebin. Me jî Komîntern bi ruh û can diparast, ji bo wê û partiyên komunîst serê hev dişikand.

Li Swêd, li mekteban dema ez rastî kesên çep, komunîst, kesên ji welatên sosyalîst têm û ji wan ra qala kurd û Kurdistanê dikim, dibînim kes me nas nake, haya kesî ji hebûna me  jî tune ye. Ez matmayî dimînim. Em ji xwe bêtir welatên sosyalîst û serokên wan nas dikin.

XXX
1987-01-15


Îşev Aslan Kaya û diya xwe mîvanên me bûn. Min hin hevalên din jî(Nafî Çilgin, Yilmaz Selîm Bakac, Nîmet Aydin, Mihemedê Hekarî jî dawet kirin.
Li ser nivîsa Eşref Okumuş hat peyivîn. Aslan Kaya got, "Eşref ji Bavê Nazê r axeber daye." Yên din jî kesî rexneya Eşref di cî da nedî. Bi ya min jî Eşref hinekî neheqî li Bavê Nazê kiriye. Kanîbû nermtir bigota.

XXX
1988-01-15

*Min îro mekteb zû qedand. Çûm Federasyonê. Serbest Zaxoyî du dîwanên Sebrî Botanî dan min. Dixwaze em çap bikin. Ezê rê hevalan bidim. Şiîrên pir xweş tê da hene. Di sitîla Cegerxwîn, Osman Sebrîda da dinivîse. 
Apê Sebrî Botanî kurdekî pir hêja ye, dildarekî kurd û Kurdistanê ye. 

*Min Rehîme bir ba pûlis, îltîca kir. Ewê roja çarşemiyê here kampê. Roja sêşemiyê jî ji bo înformasyonê ewê here sosyalbîroyê(dezgeha alîkariyê). Li ser heq û huqûqa Swêd, mafên wê ewê agahiyê bidin wê.

XXX
1996-01-15

Wergera li ser Paganînî min îro teslîmî Firat Cewerî kir. Me yê li pastexaneyekê hevdu bidîta.
Gava ez çûm wir, Mihemed Ûzûn jî li wir, li ba Firat Cewerî rûniştibû.
Çer ez dîtim murûzê wî hinekî tirşo-tahlo bû.
Min silav da wan û rûniştim.
Piştî sohbeteke kin, Mihemed got ezê herim.
Dûra got jixwe ew li bende Memo Yetkîn e. Bîstek derbas bû Memo Yetkîn hat. Nivîseke Tewfîq Wehbî li ser zimên da Mihemed Ûzûn.

Mihemed zêde nema, rabû çû. Me her siyan bîstekê sohbeta xwe domand. Ez ji Memo Yetkîn hez dikim, sohbeta wî xweş e.

XXX
1997-01-15

Kanala TGRTê ji Diyarbekrê pir trajedîk nîşan da. Yekî diyarbekrî, bi navê Kemal Polat xwest kamyonek xwrin li kesên feqîr belav bike. Li ber kamyonê îzdîhameke mezin çêbû, milet pê li serê hev kir. Kamyon jî di nav gerrekê da sekinîbû, jin û zarok hetanî navê ketibûn çamûrê. Meriv nikanîbû lê temaşe bike. Diyar e xelk birçî ye.

Civîna kurdên başûr a li Anqerê îro qediya. Dibêjin li hev kirine. Li gorî hin îdîayan nûnerên PDKê pragrafa li dijî PKKê îmze nekirine, gotine em wezîfeyeke wiha nagirin ser milê xwe.
Ev jî tê wê maneyê di peymana lihevkirina wan da şertê şerê li dijî PKKê jî heye.
Hêvî dikim qebûl nekin. Lê meriv nizane di bin ra ewê çi bikin, kîjan şertên Tirkiyê qebûl bikin..

XXX

2002-01-15

Ecevît îro beyanek pirr sert da, bi kurtayî got ji nuha û pêve divê PKK û hevalbendên wan, yanî kurd devê xwe bigrin, qet nepeyivin. Heger bipevin û aqil bidin me emê tavilê dosyayê bişînin meclîsî û biryara îdamê înfaz bikin.

Yanî bi Ocalan şantajê dikin û vê şantaja xwe di rojên pêş da ewê hîn pirr caran dubare bikin. Jixwe du roj berê hin beyanên berdevkên MHPê û hin xeberên di telewîzyonan da îşaretên vê beyana Ecevît dabûn, diyar bû ku hikûmet ewê bixwaza kurdan hinekî din bitirsîne.
Ewê biwêribin biryarê înfaz bikin ya na ew tiştekî din e, ez bawer nakim bikin. Lê bi kêmasî dixwazin bi vî hawî kurdan, bi taybetî jî HADEPê bitirsînin ji bo ku zêde bi pêşde neçe.

 

XXX
2001-01-15

Akiko, dosta heja, merheba!

Min karta te girt. Gelek spas! Ez ji sala te ya nu ji dil u can piroz dikim û ji te ra di sala nû da pêşketin û serkeftinê dixwazim.

bi silaven dostaniye u bimine di xwesiye da.

Zinare Xamo

e-maila min wiha ye:


XXX
2002-01-15

Merheba xortê delal!

e-maila te gihîşt destê min. Gelek spas.

Birayê Mahmût, wer xuya ye ku li Kurdistanê bi gelek tiþtî ra urf û adetên me jî hatine guhertin. Mesela dema ez li wir bûm(berî 1980 î) xortan û biçûkan ji kesên bi emir ji xwe mestir ra nedigotin "HEVAL", ya digotin "apo" ya jî "xalo"

Ne ku ez aciz bûme, lê bala min dikþîne, li gel ku ez 32 salan ji te mestir im lê tu dîsa jî ji min ra dibêjî !

HEVAL!"

Diyar e ku di civat û kultura me da ev guhertineke nuh e, xortekî 19 salî ji yekî 52 salî ra rehet dikane bibêje "HEVAL!"

Wek min got, ev guhertineke pir xerîb e!

Lê bi baweriya min him ne rast e û him jî hinekî þerm e. Di zimanê Kurdî da gelek sifetên xîtabetê yên din hene, dibê meriv wan bi kar bîne.

Meriv ji yekî di emrê bavê xwe da nabêje "heval" Ez ne li pey hurmetê me lê wek usûl xîtabeke ne xweş e. Her tiþt usûlek û edabekî wê heye. 

Çawa ku yekî kal, yekî rîsipî ji xortekî 20 salî ra nikane bibêje "xalo" yan jî "apo" û dema bibêje jî xelkê pê bikene, her wisa divê yekî bîst salî jî ji yekî rîsipî ra nikanibe bibêje "heval"!

Dema ez viya dibêjim ne ku ez ji xîtabeta te aciz bûme, na, ji ber ku ji min ra pir xerîb tê lema. 

Ev bîstûdu sal in li vî welatê xerîbiyê hema hema rojekê kesî ji min ra negot "xalo" ya jî "apo", çimkî em yên vir giþ di salên hev da ne. 

Min ji xwe ra xeyal dikir, digot, dema ez vegerim Kurdistanê, ewê li wir keç û xortên Kurd ji min ra bibêjin XALO û APO! Lê wer xuya ye ku ezê vê hesret û xeyalê bi xwe ra bibim gorrê!

Rojekê dema ez vegerim jî kesê ji min ra nebêje "xalo û apo"!, ewê bibêjin "HEVAL!"

Gelek silavan li te dikim û ji te ra serkeftinê dixwazim

Zinarê Xamo

2002-01-15

Not: Mahmûd kî ye nizanim. Lê ji e-maila wî xuya ye yekî apocî ye. Xîtabeta "heval" a bi vî rengî wan xist devê gêncan. Rastkirina wê ewê gelkî zor be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar