16 januari 2022

Qurban

Xanimeke pak, narîn çûbû bajêr ji bo ku qurbanekê bi kire û şerjê bike. Li nêzî mazatê rastî nasekî xwe hat. Mêrik silav lê kir, jê ra got:

-Maşele ji te ra xanim. Tu çawa yî, li van deran çi digerî?

Jinikê got:

-Wele ji bo kirîna qurbanekê ji mal derketim.

Mêrik bi fenokî got:

-Heger tu qebûl dikî ez dibim qurbana te.

Jinikê got:

-Teşekur dikim, ez li qurbanek çarnig digerim.

 

Fala qereçiyî

Falavêja qereçî bala xwe da ava di tasê da, cînciqên di nav da bi tiliya xwe li hev xist, dûra ji xort ra got:

-Tiştê ez dibînim, tu yê heta çel saliya xwe jiyaneke pir zor û zahmet, bêpere, di nav hejariyê da derbas bikî.

Mêrikê xort bi xemgînî pirsî:

-Ya piştî çel salî ewê çawa be?

-Piştî çel saliya xwe jî tu yê êdî fêrî vê jiyanê bibî...

 

Xew

Mamostê gund di sinifê da şîret li zarokan dikir, got:

-Dersa xwe baş bixebitin. Heger hûn dersa xwe çêkin, bi şev hûnê rehet razên, xewê li we negere.

Xwendekarekî got:

-Mamoste, wele ez dersa xwe çê bikim jî ez nikanim rehet rakevim. Çimkî li mala me kêç pir in, nahêlin xew bi çavê meriv bibe.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE