Ji bo me kurdên bakurê Kurdistanê fêmkirina kurmanciya malpera Rûdawê pir û pir zahmet e.
Ev ne bes e carnan jî hin gotinên em jê fêm nakin bi kar tînin. Ev jî dibe sebebê fêmnekirina mijara xeberê.
Dema meriv mijara xeberê, subjeya xeberê fêm neke, meriv nivîsê, xeberê naxwîne, aciz dibe.
Di vî warî da numûneya herî dawî peyva "kasibkar" e. Ev du roj in Rûdaw gotina "kasibkar" bi kar tîne,
cara pêşî ye ez dibihîzim. Mesela gotiye:
"Li Rihayê kasibkaran bi çekan êrîşî hev kirin."
Do jî dîsa di xeberekê da gotibûn:
"Ew du roj in 3 kasibkarên Kurd ên ji Urmiyê li ser
sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê winda bûne û hejmarek ji xelkê navçeyê li
pey wan digerin."
Ez nizanim "kasibkar" çi ye. Min di ferhenga da jî
gotina "kasibkar" nedît.
Gelo "kasibkar çi ye?
Meriv Rûdawê dixwîne derdek e, nexwîne derdekî din e..
Di numûneya Rihayê da, "Li Rihayê kasibkaran bi çekan
êrîşî hev kirin", fena ku di maneya esnafan da hatibe bikaranîn. Yanî
esnafan li hev xistin.
Lê di xebera li ser kurdên Rojhilat da,"Ew du roj in 3
kasibkarên Kurd ên ji Urmiyê li ser sînorê Rojhila…
Rengê
Peyvê: Kesibkar : Feqîr, xizan, belengaz
حاجی عوسمان: Li gel me peyva ''kesp'' heye anku
ked,
îcar di zaravayê Soranî de ji kespê re gotine kasîbkar anku
yên kedkar.
Dibe ku wateya peyva kasip ji Kasîta pêşîyên Kurda hatibe.
Jindar
Daristan: Mamoste, kasibkar di wateya taşeron da tê bi karanîn. Kolber hûr
mûr dikin pişt dibin başûrê kurdistanê, li wir jî kasibkar ji wan re kesên ku
tiştên wan dikirin peyda dikin. Wek navberçî ne.
Azad
Ekkaş: Di erebiya Îraqê yê devkî de 'kasib' tê wateya karker, bêtir
karkerên rojane û kurdên Başûr helbet li vê peyvê hîn bûne, îca qey 'kasibkar'
kurdîkirina vê peyvê ye ...
Bella
Sturki: Gotina kesibkar qet li min xwesh nehat, ev çi ye!? Bila bêjin
niştecîhên gund, yan niştecîhên navçeyê, yanê eger dewlemend li hevketana, we
bêjin "dewlemendkar êrîşî hev kirin"?, ecêbeke giran.
LaWîn
Kurdo: Pitir bo wan kesan diêt gotin yên ku tiştan di firoşin (kasib,
kesib, ked- kasibkar, kedkar) şolker. Ez bawerim ptir bo wan kesan diêt gotin
yên ku ew bi xwe karên xwe dikin yan tiştekî ew bi xwe bi keda xwe bi destên
xwe çêdikin û di firoşin.
Şakir
Epözdemir: LaWîn
Kurdo kesp kar ango kar kesp. Té zıman. Gava yek inad dike ji mala
xwera dibe: Ez ji iro péva tu kesp kar nakim. Kesp nizanim çiye. Üretime,
kazance? Çiye?
Zanyar
Dêrîn: Bazirgan, karsaz, tucar, seyda.
Zinarê
Xamo: Ê bira Bibêjin bazirgan, têcir, tucar, qenekê xelk fêm dke.,
"kasibkar" ji ku derxistin.
Binêrin, em her yek tiştekî dibêjin, ji me yek jî baş nizane
çi ye ?
Bi ya min dibê meriv wiha neke, ne rast e...
Zanyar
Dêrîn: Zinarê
Xamo seyda eger peyvek di ferhengê da hebe, bikaranîna wî rewa ye yanê
li cî ye.
Nivîskar û rojname, xwe li peyvên hene digirin, ji bo
pêşketina Vocabûler/ peyvan baş e, yanê ez bixwe pir baş dibînim.
Mehmet
Fauzi Özmen: Mîne Qasabkarî fehmkîr heyran. Nawe nêxweshan jî kîrîne;Halat
Li peyva "kasib" bigere tu ê bibînî di ferhwngê
da.
Zinarê
Xamo: Zanyar
Dêrîn Min dît, dibêje "kesê tiştan bi destê xwe çê dike."
Navê viya sinetkar e, îcar "kasibkar" ji ku derket
?
Heger "kasibkar " sinet be, "kasib" çawa
dibe bazirgan, tucar, karsaz, şolker ?
Hema bû gêrmiya gavana û we selam..
Ahmet Zeki Okçuoğlu: Kasib: Tacir ê piçûk
Mehdi
Sarıkaya: gelé Mérdin'é dibéjin biçuk.
Dîndar
Koçer: Seydayê Zinar, kasibkar ji soraniyê deyn kirine, yanî kedkar
Çeçan
Cizîrî: Kesib bi Erbiye
Ceng
Hevidar: Ha a haber a tirkan ha rûdaw, her du jî heman zibil in
Xalid
Dêreshi: kasib, peyveka erebye, bi rêka ereba ev peyve hatye di nav zimanê
kurdi da, kasibkar ramana wê ewe kesê kareki, kedekê, biket.
bu minak: azad kesekê kasbkare debara xwe di ket.
Jamal
Kazemi: Ji xwe peyv erebî ye کسب
yanî kesê ji xwe re kar dike rudawê jî kirîye kasibkar
Prîskê
Mihoyî: Karkire kesib, desteng, ku mecbure ji bo idara xwe kare roje bike.
Salih
Kevirbirî: Kurdên Sovyeta Berê, gotina "kesîb" ji bo kesên feqîr,
hejar û belengaz pêk tînin. Yanî kesîb ew kes e ku ji aliyê malê dinê ve kêm
e...
Kamîz
Sheddadî: Peyva kasibkar Rûdaw icad nekiriye, bi soranî esnaf re kasibkar
dibêjin. Jixwe esnaf jî erebiye.
Ji ber ku hûn soranî naxwînin û guhdarî nakin, ji we re
xerib tê.
Zinarê
Xamo: Bersîva Kamîz Sheddadî:
Min negotiye Rûdawê ÎCAD kiriye. Min gotiye bi kar aniye û
ez nizanim tê çi maneyê.
Peyv jî ne bi soranî ye, bi erebî ye. Û bi milyonan kurd fêm
nakin.
Ji bo maneya wê her yek tiştekî dibêje. Di şiroveyan da
hinek dibêjin karkir e, hinek dibêjin esnaf e, hinek dibêjin tacir e, hinek
dibêjin feqîr e, hinek dibêjin, destteng e, belengaz e, karkirê xwe ye. Hinek
dibêjin esnafê biçûk e. Hinek dibêjin şolkar e. Hin ferheng dibêjin sinetkar e.
Yanî ji gêrmiya gavana jî xerabtir e.
Ya din, ne ez tenê, bi milyonan kurd ji vê gotinê fêm nakin.
Heger maneya wê karkir e, esnaf e, sinetkar e, hejar e,
xizan e hemû di kurmancî da hene û her kes van gotinan fêm dikin.
Çima ewê peyveke, navekî piraniya kurdan fêm dikin bi kar
neyne, çima ewê peyveke erebî ya bi milyonan kurd fêm nakin bi kar bîne ?
Tu jî wek rojnamevanekî vê şaşiyê diparêzî !
Xebera xwendevan mijara wê, subjeya wê, kirdeya wê fêm neke
çi qîmeta wê xeberê heye?
Abdulgafur Ateş: KESİB peyvek erebîye kurdîya'wî karû xebat'e
Kesib'kar ** karkerr**
Reşad Ozkan: Xebatkar.
Welat
Nehri: Li rojhilatê Kurdistanê peyva kasibkar tê bikaranîn. Di zimanê farsî
de jî heye û belkî ji farsî hatibe nav zimanê kurdî.
Sali Yayan: Zinarê xamo, Mamostayê minê ezîz,pêşîyê ez rêz û silavên xwe
ji cenabê tere di şînim.
Min pirî caran nivîsên cenabê te ecimandîne û li binê
nivîsên cenabê tede şîrove jî kirîne.
Lê mixabin cenabê tê li xwe
negirtîye(tenezzul)nekirîye ne şîroveyên me bi bersivîni û ne jî bi
ecibîni.
Ez jî lê gerîyam û min ecibandin û şîroveyên xwe tev jê birin.mijara
kesbê jî kesb ne erebîye kesb gotinekî bı mecaze wekî ev çi îş û mîşe,wan dar û
mara rake, ev çi xir û cire û ked û kesba wî eve û hwd.
Lê belê wekî cenabê wê
jî gotî gotina rodewê ne raste dubarê rêz û silav.
Lê heger ne pirs be, xwendevan fikrê xwe gotibe wê demê ez tiştekî nabêjim.
Çimkî fikrê xwe gotiye.
Herçî mesela ”tenezulnekirinê, pozbilindiyê”ye ez dibêjim tu neheqiyê li min dikî, ez ne
merivekî qurre û pozbilind im. Yên min nas dikin şahidê vê yekê ne.
Ji ber ku hevalên min pir in ez pê ra nagihînim nivîs û parvekirinên gişan
bixwînim.
Lê dema li nivîseke dikeve serê min, kêfa min jê ra tê diecibînim û carnan jî
parve dikim.
Heger min heta nuha tu carî nivîseke te, parvekirineke te neecibadiye
tesadufeke xerîb e. Qey bala min nekişandiye. Lê dibê bizanibî ne tiştekî bi
qestî ye.
Mesela ”kasibkar” jî pir fireh geriya, her kes tiştekî dibêje, her kes maneyekê
lê dike. Belkî sed mane lê bûn. Peyveke hewqasî tevlihev, maneya wê ne zelal
meriv bi kar nayne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar