16 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -10-

Weşandina hin not û nameyên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-01-16

Mihemed Ûzûn, li Lararhogskolanê(Zanîngeha perwerdeya mamosteyan)li ser romana xwe TU civînek çêkir. Destpêkê Mihemed peyivî, dûr û dirêj qala çawa xebitiye, kîjan roman xwendine kir. Belkî ji saetekê zêdetir peyivî. Birayê wî Mistefa Ûzûn Civîn îdare dikir.

Bi vê axaftina wî ya dirêj bîna her kesî teng bû. Ne hewce bû hewqasî dirêj bikira.
Dûra Reşo Zîlan çend gotin gotin. Bi min axaftina wî zorakî û pir bêdil bû.

Piştî Reşo, Vîldan Tanrikulu, Veysî Zeydanlioglu, ez, Ahmed Cantekîn û Bavê Nazê pirsên xwe pirsîn.
Min got, dibêjin te gelek tişt ji hin derên din girtine, gelo ev îdîa rast e ya na?
Got ez tiştê wiha nakim.

Li ser vê, min navê Ronahiyê, navê Hawarê da. Min got dibêjin te ji van kovaran gelek tişt girtine û wek ku yên te bin nîşan daye.

Dîsa înkar kir, got tiştekî wiha tune ye, lê min tenê navên daran, gîhan, masiyan û çend sitranên folklorîk girtine. Wekî din min ji wan tu tişt negirtiye.

Dûra Ahmed Cantekîn dest pê kir û tiştên ji Ronahiyê û ji Hawarê girtine yek bi yek rêz kirin.
Hawar jî bi xwe ra anîbû, çend numûne ji Hawarê girtibûn xwend. Got va ye îspata wê, te v tiştan giş ji Hawarê û Ronahiyê girtine.

Bavê Nazê, Cimşîd Heyderî gotin bes e, ev dizi ye. Hinekên din midaxele kirin. Hewa guherî, atmosfer pir ne xweş bû.

Li ser van numûneyan û peyvan pir mahcûb bû, welweleyek ket nava milet.
Mihemed di axaftina xwe da tiştekî muhîm got, ez bawer dikim bêhemdî ji devê wî derket. Got, ”min romana xwe ji bo xwendevanên kurd bixwînin nenivîsî ye.”
Roman bi kurmancî ye, lê ne ji bo ku kurd bixwînin nivîsî ye?
Bi baweriya min ev civîn çênekira jê ra gelkî baştir bû, çimkî di civînê da perîşan bû.

XXX
1996-01-16

Ev çendak bû min dixwest ji bo hevpeyvîna Gulistanê ya di Nûdemê da telefonî wê bikim û pê ra bipeyivim.

Hevpeyvîneke bi mistewa bû, bersîvên wî jî xweş û maqûl bûn.

Min dixwest jê ra bibêjim bersîvên te xweş in û pê ra hinekî sohbet bikim. Hemşeriya min e, irca me li hev dibuhure.
Min îro telefon kir. Li mal bû, kêfa wê hat. Got ezê bi Med TVê ra programekê çêkim.

Bi min wer hat xwe pir nêzî apociyan dike. Got nizanim ”ew jî hatine guhertin” filan û bîvan.
Min jê ra got derkeve telewîzyona wan, tiştek bi wê va tune. Lê dibê tu nekeve nav çerxa wan, ku tu ket nav ewê te bihêrin. Çêtir ew e meriv mesafeyekê di nabêna xwe û wan d abihêle. Min got, gotineke me heye, dibêje ”dûro bi nûro !”
Lê bi texmîna min biryara xwe da ye, ewê here ba wan…

XXX
1988-01-16

Me îro saet di 11.00a da li komelê civîna redaksîyona Armancê çêkir. Gelşa teknîkê hîn hel nebûye. Ji serêsalê da ye em dikin nakin, nikanin biqedînin.
Li ser rakirina quncikê min ê Armancê tu biryar nehat girtin. Gotin bira bimîne civîneke din.
Medenî Marsîl û Zîya Avcî li ser wendabûna nameyekê manaqaşe kirin. Yekî nameyek dabû Medenî ji bo ku bide Zîya Avcî. Medenî dibêje min name wenda kiriye. Zîya jî got ez bawer nakim te wenda kiribe, tu mexsûs nadî. Li ser vê yekê minaqaşeyeke ne xweş çê bû. Em ketin nabênê.
Zîya xwe pir aciz kir, got ez îstîfa dikim û bi hêrs rabû çû. Min xwest bisekinînim lê nesekinî.
Min mesele ji Heyder Diljen ra got, 

XXX
1996-01-16

Min îro telefonî Metînê me kir, ji bo ku jê bipirsim hela zarokên wî hatine ya na. Keça wî bi tirkî bersîv da. Ez bi kurdî pê ra peyivîm, hinekî fêm dikir, lê nikanîbû bipeyive. Min dirêj nekir. Bi tirkî got, do ne pêr hatine.

XXX
1997-01-16

*Bûyera Diyarbekrê ya do(mesela îzdîhama li ber kamyona xêratê) li Tirkiyê olan da, telewîzyon giş qala wê dikin. Di rojên pêş da du parlamenterên Diyrbekrê ewê  herin rewşê tetkîk bikin.

Komîsyona Meclîsê îro li Mehmet Agar guhdarî kir. Mêrik bi hawakî bêperwa meydan xwend û bersîva gelek pirsan neda. Bi vî hawî xwest cesaretê bide qatilên din jî, yanî got netirsin, bersîva pirsan nedin.

Lê kanala Starê hin tişt eşkere kirin. Bi belge nîşan da berî mirina O. Lutfî Topal, Çatlî 40 carî telefonî Bucak,  Yazicioglu, Ayvaz Gokdemir û Mehmet Agar kiriye. Agar digot ez wî nas nakim.

*Celal Talabanî îro ji nişka ve hat Tirkiyê. Telewîzyonê nîşan da. Li ba Tansu Çîllerê gelek tiştên ne xweş gotin, tirk baş zeyt kirin. Ev çûn hatina kurdên başûr ne ji xêrê ra ye, tirk hêdî hêdî wan bi xwe girê didin û zilamên xwe li dora wan bi cî dikin, wan dixin çemberê.

2002-01-16

Ez, Salim û Yilmaz em îro mîvanên Mûrad Ciwan bûn. Sohbeta me wek hertim, dîsa geriya, geriya hat ser Ocalan û siyaseta wan ya nuh.
Me li ser xebatên legal yên li derî wan jî hinekî sohbet kir. Murad hevalekî kêfa min gelkî jê ra tê. Çimkî merivekî paqij e, bê hîle û bê xurde ye.
Lê di sohbeta me da safîya wî bla min kişand. Di pêşniyar û tahlîlên xwe da wek mirovekî ku ne ji civaka kurd be, Tirkiyê û kurdan û bi taybetî vê merhela nuha qet nas nake û haya wî jê tuneye dipeyivî.
Ez dûre ji xwe fikirîm, min got gelo ew ji berê da wiha bû, lê ji ber ku em paşdemayî bûn me çapa wî nedidît, ya jî nuha, piştî ku dev ji siyaseta aktîv berda ye wisa ”apolîtîze” bûye?
Çimkî tu pêşniyar û dîtinek wî xwe nedispart rastiya welatê me ya îro.

XXX
2011-01-16

Emer Farûk Baranê hemşeriyê min gotiye ”ez Bargiran Bran im. Te carê li ser nivîseke min gotibû, nameya xortekî pir jîr. Bi xêr û saya wî pesnê te çêtir bûm.”

Ev xort di nav koma Pêngavê da ye, li gorî gotiye kêfa wan jî ji min rat ê. Jixwe derdê min jî xort in, ez dixwazim ew nivîsên min bixwînin, ew aşînayî zimanê xwe bibin û inivîsin. Ew nenivîsin taliya me û zimanê pir xerab e.
Min nuha ev mesaja ji Emer Farûk Baran ra şand.

”Emer, xortê hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên qedirşînas. Xortê hêja, ez wezîfeya xwe dikim, dema ez nekim ez neheq im.
Gava kurdekî ji bo gelê xwe karekî baş kir dibê meriv teqdîr bike, qedir û qîmetê bidê ked û xebata wî.
Serkeftina we ya ya miletê kurd e, kî ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd kevirekî bide ser kevirekî li ber dilê min pir ezîz e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar