16 januari 2022

We ev kar çima berê nekir?

Li dibistaneka Batmanê 640, li dibistaneka Cizîrê jî 594 xwendekaran dersên kurdî hilbijartine.

Tiştekî pir baş e, kêfa meriv tê.
Xuya dibe dema meriv bixebite, meselê cidî bigire meriv kane hin karên baş û bi fêde bike û jê netîceyeke bigire.

Lê dibê meriv ji van partiyan, ji van dezgehan bipirse, çima heta nuha ev kar nekirin, çima çend sal berê kampanîyek wiha nemeşandin?

Ev kar çima hîştin hetanî nuha ?

Bi vê netîceya baş meriv dibîne partiyên me, siyasetmedarên me heta nuha wezîfa xwe bi cî neanîne, karê dibê bikirana nekirine.

 XXX

Malpera Xwebûnê di xebera xwe ya li ser buhabûna nan da formeke nuh li kurmancî zêde kiriye, gotiye:

”Nanê firinê di salekê de 4 caran zem bû.”

”Di demsala payizê de 2 carên din zem bû. Ewil ji 2.5 TL’yî derket 3 TL’yan û piştre dîsa zem bû 3.5 TL e.”

”Di nava sala 2021’an de li gel nan sîmît jî 3 caran zem kirin. ”

”Kîsê arvan ê 50 kîlo di nava salekê de 4 caran zem bû. ”

”Kîsê 50 kîlo yê di serê sala 2021’an de 110 TL bû, di salekê de 4 caran zem bû û niha 320 TL ye.”

Di kurmancî da meriv nabêje ”zem bû, ya jî zem kirin” ! Ev ne li gorî sentaksa kurmancî ye.

Bi kurmancî meriv dibêje, ”di salekê da çar caran zem anîn ser nanê firnê.”

Payizê du caran zem anîn ser nîn/nên. Bê tewang jî dibe, Payizê du caran zem anîn ser nan.

Simît jî zem nabe, buha dibe û zemê tînin ser.

Kîsê/torbê ard di salekê çar caran buha kirin, ya jî çar caran zem anîn ser ard jî.

 XXX

Ezê rabim herim bimeşim. Li derve hewake gelkî ne xweş heye, dinya ewr e, tarî ye, sar e.

Xanimê got hewa ne xweş e, ew bi min ra nayê, ewê here sentrûmê alvêrê bike. Ji malê ra hin tiftar lazim in, ewê bikire.

Bi rastî jî hewa gelkî ne xweş e. Lê ezê dîsa xwe lê biqelibînim. Danê esir baran e, dibê ez berî baranê meşa xwe biqedînim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE