17 januari 2022

Bahoz

 Di dersa coxrafyayê da mamoste ji Rihanê pirsî:

-Tu yê çawa bizanibî bahoz dike rabe?

Rihanê got:

-Ji çonga pîrika xwe.

Mamoste matmayî ma, got:

-Çawa ?

-Pîrika min bawî ye. Heger çonga(cunî, çok) wê biêşe, nigê wê biqefile miheqeq bahoz dike rabe...

 

Kulekî

Profesor di dersê da radyografîyek rê(nîşanî) xwendekaran da û got:

-Li gorî vê radyografîyê nigekî nexweşê me ji yê din kintir e, lema dikule. Di vê rewşê da hûnê çi bikin ?

Xwendekarekî got:

-Tiştekî normal e, ez bim ezê jî bikulim.

 

 Zewac

Yekî kurd nêt kiribû bizewice, bi hevalê xwe cihû(yahûdî) şêwirî. Jê ra got:

-Nêta min heye bizewicim. Du namzet hene. Yek jinbî ye, dewletî ye, heta tu bixwazî perê wê pir e. Lê him ne xweşik e, him jî ez jê hez nakim. Ya din feqîr e, ji bin da bêpere ye. Lê him pir pak e, him jî ez jê pir hez dikim. Tu dibêjî çi, ez bi kîjanê ra bizewicim?

Hevalê wî got:

-Wele ez di dewsa te da bûma minê bida dû dilê xwe, ezê bi ya feqîr ra bicewiciyama.

Yê kurd got:

-Tu rast dibêjî, ezê bi wê ra bizewicim.

Yê cihş got:

-Ê wê demê edresa ya jinbî bide min…

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE