Li bajarên Kurdistanê, li qahwexaneyan wer dengê muzîka
tirkî bilind dibe. Karkirên qahwexane, pastexane, aşxaneyan, yên dikanan gelekên wan bi
kurdî nizanin. Yên zanin jî bi meriv ra otomatîkman bi tirkî dipeyivin.
Yanî
xizmet û serwîs sedîsed bi tirkî ye, bi tirkî dest pê dike.
Her kesê diçe Kurdistanê tê, qala vê rewşê dike, jê gazinan dike. Rast e, ez jî
bûme şahidê vê yekê.
Lê meriv yanî (mişterî, bikir) kanin vê rewşê biguherînin, ji xwediyên wan
mekanan, ji karkiran serwîs û xizmeta bi kurdî bixwazin.
Li Kurdistanê ez çûm ku derê ez bi kurdî peyivîm, ew jî mecbûr man bi min ra bi kurdî peyivîn. Qahwexaneya, aşxaneya, pastexaneya ez çûmê personal bi kurd serwîsa min kirin.
Qahwa ez çûm ji bo xatirê min muzîka kurdî dan ser. Garsonê bi kurdî nizanîbû gava ez dîtim, çû garsonekî bi kurdî zane şand.
Çimkî di tîcaretê da ji kêf û zewqa xwediyê cî, mekan bêtir, daxwazên mişterîyan esas û tayinker e.
Heger em kurd, kesên dikirin(consumer)xwedî şiûrekî netewî bin em kanin tesîrê li zimanê bazarê bikin, zimanê bazarê bikin kurdî.
Ev di destê me da ye, em çûn ku derê dibê em serwîsa xwe bi kurdî bixwazin, serwîsa bi tirkî qebûl nekin.
Dema em bikir, bi tirkî dibêjin ”tuketîcî” serwîs û xizmetê bi kurdî bixwazin, piştî demekê zimanê bazarê ewê bibe kurdî.
Qahwexane, aşxane, pastexane, markêt ewê personalê bi kurdî zanin bidin xebitandin.
Lê gava em, bikir nexwazin, gava em bazara xwe, kirîn û firotina xwe bi tirkî bikin, bêguman zimanê bazarê, zimanê çarşiyê jî bi tirkî be, muzîka qahwexayan jî ewê ya tirkî be.
Yanî heger em bixwazin, heger ew zanîn û şiûr bi me ra hebe, em kanin zimanê bazarê, zimanê tîcaretê bikin kurdî.
XXX
Rasto durusto,xwaro şikesto. Merivê pak, rastgo tu carî ne
li zirarê ye, timî li karê ye, timî piştrast û serbilind e.
Lê merivê nedurust di dilê xwe da tim nerehet e, tim bi
taswas e.Çimkî ditirse hîleya wî, neduristiya wî derkeve.
Durustî, rastî semîyanekî baş e, tu carî naqede.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar