17 januari 2022

Li sirgûnê meriv wek dareke bêreh e

Ahmet Altan jiyana li sirgûnê û ya li Tirkiyê di girtîxanê da miqayese kiriye, gotiye ewê Tirkiyê terk neke, ew ”jiyana di girtîxaneyê da tercîhî jiyana li sirgûniyê dike.”

Ahmet Altan, bi ajansa fransî  AFPê ra hevpeyvînek kiriye. Di vê hevpeyvîna xwe da sirgûnî û zindan miqayese kiriye û gotiye:

”Ji dêlî ku li sirgûnê ezê merivekî azad bim, rojên xwe yên dawî di girtîxaneyeka Tirkiyê da derbas bikim baştir e. Çimkî di girtîxaneyê da ez bi zimanê diya xwe dipeyivim. Ev yek jî ji jiyana min a azad a li sirgûnê çêtir e. Li sirgûnê tu ne tiştek e. Koka te(rehên) tune ye.”

Altan gotiye, ”çi dibe bira bibe, ewê ji Tirkiyê neçe dereke din.” di vî warî da ew bi biryar e.

Camêr gotiye, ”sebebê ne cesûriya(wêrekiya) min e. Bi baweriya min jiyana li sirgûnê ji ya girtîxanê zortir e. Li sirgûnê tu kanî xwe di ewlehiyê da his bikî. Lê belê di nav nivînê xwe da tu xwe li mala xwe, wek ku tu li mala xwe radiketibî hîs nakî. Lema ez girtîxanê tercîh dikim.”

Ev gotinên Ahmet Altan sedîsed rast in. Ev 42 sal in ez her her roj, her şev eynî tiştî his dikim, wek ku ez ne li mala xwe bim, wek ku ez li otêla welatekî xerîb bim.

Em xeşîm bûn, me destpêkê ev yek nizanîbû. Lema jî kesê mecbûr û ne mecûr, me berê xwe da sirgûnê; bi baweriya emê piştî demeke kin vegerin welêt.

Lê kes venegriya, em giş man li sirgûnê  û hêdî hêdî li sirgûnê jî dimrin. Cenazeyên me jî naçin Kurdistanê, ew jî malên gorristanên sirgûnê ne.
Xwezî wê demê me jî wek Ahmet Altan ev trajediya sirgûniyê bizanîbûya û me weletê xwe neterikanda.

 

XXX
2020-01-17

Di twîtterê da yekî bi profîla ”Qexreman” ez hinekî aciz kirim. Min ev bersîv dayê:
Dibê meriv dostê xwe, hevalê xwe belasebeb aciz neke. Te ez zêde aciz kirim.
Berê jî te gelek caran tiştê wiha kir, min qedrê te girt, min tim got de tişt nabe. Gelek devokên kurmancî hene, li her herêmekê bi hawakî tê gotin. Giş jî rast in.

Ji çongê ra hin herêm dibêjin çong, hin dibêjin çok, hin dibêjin cunî, jûnî, jinû.

Belkî çend navên din jî hebin. Haya min ji van tiştan heye. Ez bi qasî te kurmancî zanim.

Dema meriv dinivîse meri navekî bi kar tîne, deh sînonîman nanivîse. Her tim tu yê bi tinaz bibêjî efendim ”li ba me wiha dibêjin”.

 Ê ez çi bikim?

Li ba me jî bi hawê min nivîsî ye tê digortin. Çima ewê ya min şaş be, çima ewê ya te rast be?

Te qet cara dîtiye tirkek ji tirkekî ra bibêje çima te ev gotin bi kar aniye?

Ya jî efendim li ba me wiha dibêjin !

Ev nexwşî tenê di nav me kurdan da heye.

Çimkî em nezan in, em bi pirs û gotinên ne li rê hevalê xwe, dostê xwe aciz dikin, dilê wî ji xwe dihêlin. Bimîne di xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE