Weşandina hin not û nameyên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-01-17
Ma civîna redaksîyona Armancê li mala Mûrad Ciwan çêkir.
Mumtaz nehat civînê. Ez, Hesen Mizgîn(Necdet Gundem), Mûrad. Dûra Malmîsanij û
zarokên xwe jî hatin.
Hetanî derng em li ser Armancê nepeyivîn, me sohbetên din kir. Piştî nîvê şevê med
est bi civînê kir. Lê Hesen nikanîbû, xwe dirêj kir, raket. Me nivîsên jimara
69a tespît kirin.
Dibê rûpela nûçeyên derve bi giranî bibe nûçeyên li ser Kurdistanê û li ser kurdan.
Û dibê Mûrad jî êdî bi navê xwe binivîsîne û Malmîsanij jî têkeve redaksîyona Armancê.
Ya din jî dibê Mûrad midaxeleyî nivîsên bi îmze nebe, devoka neguhere.
Çimkî Mûrad carnan gotinên min diguhere, ez pir aciz dibim. Min got dibê meriv devoka xelkê neguhere, heger guhertin şert be dibê meriv jê ra bibêje.
Mûrad çewtiya xwe qebûl kir. Lê bi tevayî me li hev nekir, ew dixwaze ez wek wî binivîsînim, lê ez wiya nakim. Malmîsanij endametiya redaksîyonê qebûl nekir, got ne hewce ye, ez karê xwe dikim. Got ”ez ji nivîsîna kurmancî tu tahmê nagrim.”
XXX
1986-01-17
Îro di nava me da û li komelê tiştekî muhîm neqewimî. Ez çûm çapxanê, min
5 hezar deynê me da xwediyê çapxanê Mîlonas.
XXX
1988-01-17
Li ser navê TOB DERê(Sendîqeya Mamosta ya Tirkiyê)Kemal û Ûzûn ji Almanyayê hatibû, li ABFê civînek çê kir. Ez jî çûm civînê.
XXX
1996-01-17
Nivîskarê tirk Gukan Uçkan bi Firat Cewerî ra hevpeyvînek kiriye. Min hevpeyvîn
îro di ”Cumhuriyet Dergî” yê da xwend. Firat li hemberî mêrik bûye pepûk. Mêrik
jî miamela zarokekî karekî baş dike pê ra kiriye.
XXX
1996-01- 17
Berî serê salê min nivîsên xwe yên ”Sitriyên Me” ji bo çapkirinê dabû Elî
Çiftçî. Îro got di programa min da gelek kitêb hene, lema ez nikanim çap bikim.
Ez difikirim bi Riya Azadî ra bipeyivim. Heger ew çap bikin ezê bidim wan.
Çavê tunebûnê kor be, perê min hebûya ne hewce bû min devê xwe li ber wan xwar
bikira, minê bi xwe çap bikira.
2000-01-17
Tehdît û gefên Ecevît tesîra xwe nîşan da, Abûqatê Ocalan got
birêz Ocalan gotiye ji nuha û pêve demekê ewê beyanan nede.
Heta nuha Ocalan zêde dan peyivandin, qey axaftinên wî hin tesîrên ne baş nîşan
dane. Lema jî demekê ewê nehêlin bipeyive.
XXX
2021-01-17
Merheba ji te ra !
Ez nizanim tu çend salî yî, tu mêr î ya tu
jin î. Navê te bala min kişand, te navê xwe kiriye "xweda" ! Bi
baweriya min ne rast e, ne xweş e, nîck be jî meriv navê xwe nake
"xweda" ya jî pêxember ! Te ne rismê xwe, rismê Biden jî kiriye rismê
profîla xwe. Yanî çi ?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar