18 januari 2022

Pirseke min ji hemşeriyên min heye !

Gelo li Wêranşarê daxwaza dersa kurdî çiqas heye, jimara zarokên miracaeta dersa kurdî kirine çiqas e?

Gerek HDP, hemşeriyên min xwe baş bidin vê meselê, her kes zarokên xwe bişîne dersa kurdî.
Dibê meriv zarokên xwe ji vê îmkanê mahrûm û bêpar nehêle. Erê bi du saetan derdê me derman nabe, xetera li pêş kurdî ji ortê ranabe, lê ji tunebûnê çêtir e.
Zarok elîfbeya kurdî fêr bibin, aşînayê îmla û gramera kurdî bibin baş e.

Heger hemşeriyekî min li ser vê meselê agahdariyekê belav bike ezê pir kêfxweş bibim.

Dibê Wêranşar ji Cizîrê, ji Nisêbînî kêmtir nemîne, bi sedan zarok herin dersa kurdî.

 

XXX

Ez careke din ji hemşeriyên xwe na dipirsim:

Li ser hilbijartina dersa kurdî do min persek ji hemşeriyên xwe kir, min got çend zarokan daxwaza dersa kurdî kiriye?

Ji do da ye ez li bende bersîvekê me, lê hîn jî kesî bersîvek nedaye min, li ser vê meselê tiştek negotine.

Wer xuya dike rewş ne baş e, şerm dikin rastiyê bibêjin. Wêranşara ez nas dikim ne xerab e, di şerê li hemberî dijmin da tim dest biriye xwe û bi desthilanîna xwe deng da ye.

Lê vê carê hustuxwar xuya dike, xwe kerr û lal dike, lema bêdeng dimîne.

Hemeşeriyên min, ne dereng e, hernê, zarokên xwe qeydî dersa kurdî bikin, heftê du saet be jî li kara me ye. Dûra tiştên mezintir bixwazin.

 XXX

Me îsal hinar xwar û xwar. Do min yeka pir mezin, belkî kîlok dihat kirî. Min nuha şikand. Şansê min hebû xerabûyî dernekt, hebên wê gir û sor wek xwînê bûn.

Lê şîrîn e, min dixwest tirş ya jî miz be.

Ez bawer dikim tu salê me hewqas hinar nexwariyê. Nizanim çima, îsal li ser dikanan pir û erzan bûn, her cara em çûn markêtê, me tişt mişt kirî, me hinarek, du hinar jî kirî. Lê êdî hişk û xera bûne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE