18 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -12-

Weşandina hin not û nameyên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-01-18

Îro şemî ye, berf dibare. Li malê mam, bi derekê da neçûm. Min ji xwe ra xwend. Di hewa sar da mal, hundurê germ xweş e. Meriv dişibe pisikan.

XXX
1987-01-18

Îro li mal bûm. Li ser xeberên Armancê xebitîm, min rast kirin û dûzaek da wan.
Hin xeber pir dirêj in, agahî û peyvên ne hewce tê da hene, hin jî agahiyên esasî, şert tê da tune ne.
Ez wan temam dikim. Ji ber yên xebera dişînin û hevalên li vir çê dikin ne rojnamevan in. Em wek rojnamevanan baş ji heq dernayên. Lê em hewqasî zanin.

XXX
1988-01-18

Ez çûm Federasyonê, min dîwanên Sebrî Botanî teslîmî Serbest Zaxoyî kir. Min got ez bi hevalan ra peyivîm, gotin îmkana me ya çapkirinê tune ye. Lê tu bixwazî emê miracaetî alîkariyê bikin, heger alîkarî dan emê çap bikin.
Got ezê bifikirim, heger min hetanî Newrozê çap nekir, ezê bidim we.

Min telefonî Zîya Avcî kir, min got were em hevdu bibînin. Hinekî sohbet bikin.
Got ji bo sohbetê rojekê em kanin hevdu bibînin, lê min biryara xwe da ye, ez êdî naxebitim, ji hevalan ra bibêje. 
Meriv nikane bi zor kesî bide xebitandin. Bi baweriya min kekê Zîya biryara xwe daye, êdî naxwaze bixebite. Belkî tesîra gelşên melbatî jî li ser vê biryara wî hebe.
Min rewşa mesele ji Heyder Diljen ra got, got "dev jê berde", bi zor nabe.

XXX
1996-01-18

Omar Şêxmûs, Cemşîd Heyderî, Hesenê Xazî û Henefî Celeplî bi hev ra beyanek derxistine. Henefî îro beyan ji min ra şand ciyê kar.
Beyan bi swêdî ye(Stöd Freden i Kurdistan), xîtabî Parlamentoya Ewrûpayê û hukûmeta Swêdê dike; tê xwestin ew têkevin nabêna kurdan û Tirkiyê.

Dibêjin PKKê şer rawestandiye, dibê Tirkiye jî di vî warî da gavekê bavêje.
Lê Tirkiye di siyaseta xwe ya înkar û êrîşkar da israr dike, naxwaze mesela kurdî bi riyeyeke rehet, aştîyana çareser bike.
Heta Tirk mecbûr nebin, zorê nebînin ez bawer nakim siyaseta xwe ya înkarê biguherin û mafên me bidin.
Lê însîyatîfên wiha baş in, zirara me tê tune.

Kesên însîyatîf girtine ji beyanê ra îmza top dikin. Li gorî agahdariya Henefî da min, ewê heta hefteya pêş me îmza top bikin û dûra bişînin ji hukûmeta Swêd û ji Parlamentoya Ewrûpayê ra; ji bo ku di vî warî da ew roleke hîn aktîftir bigrin.
Ezê beyanê îmz bikim.

XXX

2000-01-18

Kanalek Tirkan di xeberên xwe de got li Kurdistana Başûr erebeya Riza Altûn gullebaran kirine, du kes mirine, Riza Altûn jî sivik birîndar e.
Hêviyek dewletê jî ev e, belkî bi hev kevin û bi vî hawa jî ji hev û du belav bibin.
Heta nuha tu zayiatek mezin nedane, lê ji nuha û pê ve jî gelo ewê bikanibin bi vî hawî bimeşînin ya na pirr ne diyar e.
Çimkî dewlet ewê serî li îdama Oclan bigerîne û bi vê riyê jî bixwaze wan bera hev bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar