19 januari 2022

Heger me alîkariya asîmîlasyonê nekira kurdî nuha li ber mirinê bû

Dema meriv felaketa li pêş miletê xwe dibîne, zane çi felaket li pêşiyê ye, lê nikane rê li ber wê felaketa mezin bigire, wê demê meriv pirtir xemgîn û kezebreşî dibe.

Min çel sal berê ev felaketa nuha hatiye serê zimanê me didît, texmîn dikir û li siyasetmedaran tim kir qîrîn, gazî û hawar. Min gelek caran nivîsî, min got dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin.
Dibê em tirkî nekin zimanê siyasetê.

Dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Dibê em tirkî nekin zimanê xwe yê rojane.
Di rojnameya Armancê da, di gelek kovar û platformên din da gelek nivîsên min li ser vê mijarê hene. Di destpêka salên 1980î da min bal kişand ser vê felaketa îro hatiye serê me.

Lê kesî guh neda min. Nuha jî derng e, dijmin zora me biriye, bi milyonan zarokên me, xortên me bi kurdî nizanin.

Dar qalind bûye destê me lê nayê hev...

 

XXX

Pênc şertên Îslamê hene. Ev pênc şert ev in:

-Eşheda xwe anîn(kelîmeyî şehadet), nimêj kirin, dayina zikata xwe, rocî girtin û çûna hecê ye.

Yanî ji bo misilmanekî şertê pêşî şehadet e, heger misilman be, xwe msilman qebûl bike dibê şertê pêşî bi cî bîne.

Dibê ji bo siyasetmedarên kurd jî, ji bo kesên dibêjin em kurd in jî axaftina kurdî şertê kurdayetiyê yê pêşî be. Yanî kesê got ez kurd im, dibê nebêje ez zarokên xwe naşînim dersa kurdî. Dibê kurdî bizanibe, heger nizane fêr bibe û zarokên xwe bide fêrkirin.

Dê û bavên bi kurdî zanin û bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, kurdên zarokên xwe naşînin dersa kurdî, li dijî dersa kurdî ne, di kurdbûna wan da, di şiûrê wan ê netewî da zeîfiyek, seqetiyek heye. Bi kurtî, kurdê mesela zimên muhîm nabîne dibê meriv ji îdîayên wan yên li ser kurdayetiyê şikê bike.

XXX

Li Wêranşarê, li Qrejdaxê, li Diyarbekrê berf e, dinya sar e. Zarok bi berfa sipî kêfxweş in.

Berf paqijî ye, pîsiya li erdê vedişêre. Bajarê min, Kurdistana min dilê min nuha li ba we ye, li ser berfa we digere.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE