Weşandina hin not û nameyên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-19
Berfê venekiriye, 9-10 derece sar e. Piştî nîvro çûm mala Seîd Aydogmûş.
Em bîstekê ji xwe ra peyivîn. Min pirs anî ser rewşa Serdar Karataş. Nexwest
tiştekî bibêje, mijar guhert. Min fêm kir kesî hîn tiştek nekiriye.
Min di serê
xwe da biryar da, min got, partiya jî li Serdar xwedî dernakeve, jê ra
abûqatekî nagre ne tu partiye, berpirsiyar ne tu berpirsiyar in, ezê ji partiyê
îstîfa bikim.
Dilê min ji partiyê sar bûye, baweriya min bi berpirsiyaran nemaye.
Em li ser wendabûna Eyûb Kemal Adsiz jî peyivîn. Eyûb ev demeke li Danîmarkayê wenda bûye.
Seîd tiştekî zelal nizanîbû. Qenaeta Seîd ew bû Eyûb li ba pûlisê Swêd e.
Min got ez ne di wê baeriyê da me. Heger Apociyan nekuştibe dibê meriv li hin têkiliyên wî yên şexsî binêre. Lê şika me bi piranî li ser Apociyan e.
XXX
1987-01-19
Îro Kurdistan Press jimara 9a ji min ra hat. Bi navê ”Kurdên
li Îsraîl” rûpela sisiya bi tevayî li ser kurdên yahûdî ye.
Sernivîsên ecêb hene. Gotine:
”Kuştina kurdekî îsraîlî bi destê hovên
xwînmêj.”
”Li ser kuştina xwendevanekî kurdê yahûdî. Di navbera kurdan û filistîniyan da
şer derket.”
”Generalekî kurdê cihû got…”
Meqaleya Orhan Kotan ya vê ji marê jî pir balkêş e. Wî jî gotiye, ”Ez zanim wek
berê digotin CÎA alîkariyê dike, ewê bibêjin Îsraîl… Dîn pir in, lê haya kesî
jê tune ye…”
XXX
1988-01-19
Parlamenterê SHPê yê Stenbolê Mehmet Alî Eren di meclîsê da got, li Tirkiyê kurd hene, dibê ev rastî were qebûlkirin. Dibê meclîs bi berfirehî li ser mesele kurd bipeyive. Hetanî ev yek nebe, mesela kurdî bi riyeke demokratîk nayê çareserkirin. Demokrasiya Tirkiyê nikane tu carî ji bin wesayerê derkeve.
Li ser vê axaftina Mehmet Alî Eren, di meclîsê da teşxeleyek mezin derket, meclîs li bin guhên hev ket, êrîşî parlamenterên kurd kirin.
Kendal Nezan ji senatorên Amerîkayê alîk di meclîsê da gotarî xwest. Rewşa kurdan li Kurdistana Başûr û Bakur pir xerab e,
xebatên wiha moral dide meriv. Kendal merivekî jêhatî ye, siyasetê û dîplomasiyê jî baş zane. Ji bo kurdan tiştên baş dike. Xwezî yên wek wî pir bûna.
XXX
1996-01-19
Ev hefteyeke masmedîa Swêd ji bo paşdaanîna herdu malbatên
kurd ên çend roj berê ji bajarê Åselê şandin Tirkiyê qiyamet rakiriye.
Her roj di radyoyê, di telewîzyon û rojnmeyan da xeberên li ser vê meselê hene.
Gelek caran xebera yekê ye.
Cî li hukûmetê teng bûye û nizane çi bike.
Ya Rast min bi xwe hewqas nedipa. Vê piştgiriyê ez matmayî hîştim. Li vî welatî merivên baş tam baş in, merivên xerab jî tam xerab in.
Lê em ne wiha ne, em pir dişibin hev, di nabera baş û xerab, demokrat û nedemokratên me da ferqîyetên zêde mezin tune ne. Ya din azadiya fikirî nihmetekî Xwedê ye, her kes bêtirs fikrê xwe dibêje, tu kes gotina xwe texsîr nake.
Xortê hêja, Dilşêrînê delal!
Ku ez fikrê xwe yê li ser malpera te bi yek gotinê bibêjim:
Bi rastî jî pir xweş bûye, pir delal bûye! Ez te pîroz dikim! Her bijî!
Nuha wexta min tuneye ez baş lê binêrim û ku hebe kêmasî ya
jî çewtiyên di warê zimên da ji te ra bibêjim.
Dûre ezê baş lê binêrim û pêşniyarên xwe ji te ra bibêjim. Lê nuha jî di warê
rastnivîsînê da ez dikanim du tiştan bibêjim. ”Partiyê Kurdistan” çewt e. Divê
ya tu bibêjî ”Partiyên Kurdistanê” ya jî ”Partiyên Kurdî”.
Û navê malperê jî heger tu bikî ”Sîteya(malpera)Azad” yanî ”Ozgur Site” hîn
rasttir e.
Lê heger tu dixwazî bikî ”Ozgurluk Sitesi” wê gavê Divê tu bibêjî: ”Sîteya
Azadiyê”.
Lê bi ya min ”Sîteya Azad” baştir e û helbet rasttir e jî.
Ez hêvî dikim ku ji ber Xerîtê, alê û navê Kurdistanê tu
zirar negihîje te.
Ji te ra serkeftinê dixwazim û bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Not: Ev xort kî ye nizanim, min navê wî nenivîsî ye.
XXX
2013-01-19
Ji Şêxmus Çakirtaş ra
Merheba kekê Şêxmûs,
Dema ez hatim ziyareta te min ji bîr kir ji te ra bibêjim. Tu zanî kitêbeke min
ya bi navê ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” heye. Çîrokên kurdî ne. Di kitêbê da
125 çîrokên zarokan(çocuk masali)hene. Kitêb di kitêbxaneya Kulturmerkezî ya
Mehmet Uzun da heye, min dabû kitêbxaneyê. Hûn(belediye)dikanin biweşînin.
Heger hûn bibêjin erê, em dikanin li hev bikin. Tu dikanî li Antolojiyê binerî.
Ez li bende bersîva te me. Tu dikanî bi tirkî binivîsînî.
Em dikanin bi telefonê jî bipeyivin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar