Deh roj berê(10/1-22) min bi nivîsekê 15 saliya bloga xwe hindik-rindik pîroz kir. 15 sal ne wexteke hindik e, umreke. Di 15 salên borî da min di bloga xwe da 7874 nivîs belav kirine.
Di nivîsa xwe da li gorî salan min îstatîstîka nivîsan jî da, yanî kîjan salê
min çend nivîs belav kirine, min sal bi sal nîşan da. Min xwest xwendevan vê
yekê bizanibin.
Esas kes viya meraq nake û tu girîngiyê jî nadê. Ev yek ji bêdengiya xwendevnan
diyar e.
Lê min dîsa jî nivîsî.
Di facebookê da du hemşeriyên min ên êzdî, Lokman Bariş û Eyûb Kurt camêran bi du nivîsên hêja 15 saliya bloga min pîroz kirin. Mala wan ava be, mervantî para wan be, camêrî kirin.
Bêyî nivîsên herdu hemşeriyên min, Xweşika Mencê Aldur û Hisên Çatikkaş jî 15 saliya bloga min pîroz kirin, wan jî çend peyvên qedirzan gotin. Ez sipasî wan jî dikim. Xwişka Mencê jixwe xêrxwaz û dostekam e me ya malbatî ye, ez sipasî wê jî dikim.
Yanî di Facebookê da ji 4 hezar û 900 kesî, 4 kesan 15 saliya bloga min pîroz kirin.
Di Twîtterê da 12 hezar û 400 hevalên min hene, yek ferdî jî ne peyvek li ser bloga min got, ne jî pîroz nekir.
Bi îhtîmaleke mezn kesî bala xwe neda nivîsî, nexwed.
Heger xwendibin jî muhîm nedîtin. Zinarê Xamo wek blogerê pêşî yê kurmancî 15 sal in blogeke xurrî kurmancî îdare dike, ji bo kesî hêjayî teqdîrê ye.
Çimkî qîmetdan, teqdîra tiştan jî çzafî ye. Lema jî 15 salên bloga min ji wan qet ne muhîm e, ne karekî hêjayî meriv teqdîr û pîroz bike.
Çaxa ez viya dibêjim ne ku ez aciz û xeyalşikestî bûme û gazinan dikim. Na, kes ne mecbûr e kêfa xwe ji karê min ra bîne û teqdîr bike. Ez ne ji kesî gazanin dikim û ne jî xeyalşikestî, bêhêvî bûm. Realîteya me ev e. Mijûlî û înteresên însanan cihê ne. Însan ne mecbûr in ji min, ji karê min hez bikin, biecibînin.
Însan bi meselên gelkî muhîmtir, gelkî mezintir û cidîtir mujûl in, bala wan li ser meseleyên siyasî ne.
Lê heger min roja jidayikbûna Mesûd Barzanî, ya jî ya Evdila Ocalan pîroz bikira, bi sedan kesî ewê ji min ra li çepikan xistana, bigotana her bijî!
Civata me bûye du cephe, yê ji van cephan ne ji yekê be, ne dost û nêzî cepheyekê be, kar û xebata wî ji nedîva tê dîtin, ambargoyeke zimnî li ser heye. Ev jî heqîqeteke me ye.
Ez vê nivîsê jî ne ji bo ku ji heval û xwendevanên xwe gazin bikim dinivîsim; na, bi rastî ne ji bo wê ye. Jixwe wek şexs min tiştekî din jî nedipa, hêvî nedikir.
Ji bo ku ne tenê ez, xwendevan jî, hûn jî bizanibin çend kesan 15 saliya bloga min pîroz kirine.
Bi baweriya min ev heqê xwendevanan e, dibê xwendevan jî bizanibin çend kesan pîroz kirine. Ez ne ji bo teqdîrê û pesindanê, ji bo ku ji nivîsînê hez dikim dinivîsim. Min jê hez nekira minê nenivîsîye. Ez tim dibêjim yek însan jî nivîsên min, bloga min nexwînin jî ezê dîsa jî binivîsim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar