Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-20
Îro min biryareke pir zor girt; min ji partiya ev 13 sal in pê ra me, endamê wê
me, ji bo wê hatim bi van deran va derketim îstîfa kir.
Piştî kar hatim malê. Min û Mûrad Ciwan me yê hevdu bidîta. Mesela Serdar
Karataş gelekî min diêşîne. Serê mehekê ye hîn kesî lê ne pirsiye. Li ser vê
yekê gelkî fikirîm, dûra min ev rêzên jêr nivîsî:
”Ji Komîta PPKKê ya Swêd ra
Piştî girtiya Serdar Karataş(Hesen Yoldaş)min dît ku serokên partiyê nikanin partiyê îdare bikin. Di vî warî da berê jî hin dîtinên min hebûn. Lê bi vê bûyerê êdî min baş pê îman anî.
Roja biqewime nikanin li endamên xwe xwedî derkevin, sersuyê li wan bikin. Ji ber vê yekê jî ez bi daxwaz û bi dilê xwe ji endametiya Partiyê(PPKKê)îstîfa dikim.
Ez, di xebat û têkoşîna xwe da ji we ra serfîraziyê dixwazim.”
Zinarê Xamo
Min tu carî bawer nedikir rojekê ezê kanibim biryareke wiha bigrim. Lê wekî din
min kanîbû çi bikira?
Gotinê pere nakir, rexneyê pere nakir. Bêyî îstîfayê li ber min tu riyeke din
nemabû.
Lê tiştê ez nuha difikirim, ev gava min avêt gelo ewê li ser jiyana min çi
tesîrê bike?
XXX
1987-01-20
Pûlis îro li dora 20 dilsoz û sempatîzanên apocî girtin. Di radoyê da, di telewîzyonan da, di rojnameyan da xebera pêşî ev bû.
Pûlis saet di 15.30î da pres konferansek çê kir. Berî pres konferansê atmosfereke wer hat çêkirin meriv digot di civînê da ewê navê qatil bibêjin.
Lê wer nebû, gotin 3 kes ji mesela kuştina Çetîn Gungor hatine girtin, sisê jî doza Palme, yek jî xwedêgiravî gotiye min sîleh temîn kiriye.
Qumsêr Hans Holmêr tim dibêje ji sedî 95 qatil apocî ne, PKK ye.
Mamoste kovara xwe Îsot da min ji bo ku ez bibim çapxanê.
XXX
1988-01-20
Îro rojnameyên Tirkiyê giş li ser axaftina Mehmet Alî Eren disekinin, giş Eren û SHPê rexne dikin. Dibêjin gelek di meclîsa Tirkiyê da kes qala navê kurdan neke. Bi êrîşên wiha dixwazin kurdan çavtirsiyayî bikin, ji bo ku tiştên wiha dubera nebin.
1996-01-20
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li dijî paşdaşandina herdu malbatên
kurd çendakî berê şandibûn Tirkiyê, manîfestoyek çêkir.
Abûqatê bi nav û deng Hans Goran Franck peyivî, Wezîra
Xerîban Leîf Blomberg rexne kir, îstîfa wî xwest.
Telewîzyonê got 300 kes beşdarî meşê bûn, lê bi texmîna min zêdetir bû.
XXX
1996-01-20
Îro li Kitêbxana Swêdî rastî xezîneyekê hatim. Min 6 kitêbên
pir hêja bi 30 kronî kirîn. Ji wan yek li ser Şerê Cîhanê yê Duduya ye; 4 cild
e, her cildik nêzî 500 rûpelî ye. Kitêbek rismên zarokên gelek welatên cihê ne.
Kitêbek jî ya Barbro Karabûda ”Öster om Eufrat”-kurdernas land” e. Kitêb di
sala 1960î da çap bûye.
Ji gelek bajar û herên Kurdistanê gelek rismên pir
balkêş tê d ahene.
Li ba dilê min her rismek bergendî malê dinyayê ye. Kitêbeke
baş e, di warê tarîxê, dîn, coxrafya, etnografyayê da gelek agahdariyên hêja
dide.
XXX
1997-01-20
Salim Çelîker ji min ra got, Fexrî Olçer jê ra gotiye min ji Zinar ra gotibû emê kitêba te(Sitrîyên me) çap bikin, lê heval dibêjin "hetanî sê salên din jî em nikanin çap bikin." Gotiye ez fedî dikim ji Zinar ra bibêjim, tu jê ra bibêje.
Min ji Salim ra got, berî ez kitêbê bidim, Fexrî bi wan ra peyivî, gotin bîne emê çap bikin. Lê wa ye nuha poşman bûne.
Êvarî min telefonî Fexrî kir, min got kitêbê bibe deyne aşxana Yilmaz(Selîm Bakac).
Min ji Wehbî Aydin îro karteka sala nuh girt. Her sal min jê ra dişand, îsal min ji tu kesî ra, tu hevalî ra neşand.
XXX
2000-01-20
Ev sê roj in li Tirkiyê xwedêgiravî li hember Hîzbûllahê
operasyonekê dimeşînin. Sê roj berê li Stenbolê avêtin ser malekê, yek kuştin û
du kesên wan jî girtin.Yê kuştine Huseyîn Velioglu ye.
Li gor xeberên wan yê kuştî serokê Hizbullahê ye. Bi baweriya min bi qestî kuştin.
Nuha kanin seneryoyekê li gor dilê xwe pêşkêşî
bîrûraya giştî bikin.
Li ser îfada herdu kesên girtî do li Stenbolê di xaniyekî da deh cesed û îro jî
li Anqerê sê cesedê din dîtin.
Li gor texmînan kesên kuştî hemû dewlemendên kurd yên îslamî ne. Hema ev yek bi
serê xwe tenê edresa qatilan nîşan dide, yanî dewlet e, merivên dewletê ne.
Her kes zane Hizbullah li hember PKKê ji alî dewletê ve hat çêkirin. Heta nuha
gelek însan pê dan kuştin.
Lê mimkûn e nuha êdî hewcedariya wan pê nemabe, lema jî dixwazin ji ortê rakin.
Îcar di vê nabênê da jî dixwazin cînayetên ”qatilnediyar” gişan têxin hustiyê wan û bi vê riyê jî dewletê ji
bin vê tohmetê xelas bikin.
Çend rojên din ewê bibêjin va ye nizanim me çend cesed dîtin, lê yên din jî wan
kuştine, bes em nikanin bibînin.
2000-01-20
Piştî qedexekirina axaftina Ocalan, nuha jî li abûqatên wî jî
axaftin yasax kirin.
Wezîrê Edaletê gotiye divê sawcî beyanên wan tetkîk bike, hela ka sûc tê da heye
ya na. Ev jî tê wê maneyê ji nuha û pê ve ewê nehêlin abûqat jî li ser navê
Evdila Ocalan tiştekî bibêjin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar