21 januari 2022

Riya xelasî û azadiyê ne tenê di şer da ye

Di sala 1772a da 100 hezar polonî di şerê li hemberî Prûsya-Rûsya û Awustûryayê da hatin kuştin. Piştî têkçûnê qiralê polonî bang li Komîsyona Perwerdê ya Netewî kir, got:

”Em nebêjin Xwedê em terikandin. Ji dêlî wê, em bibêjin ji bo ku em bigihîjin rojên hîn xweştir Xwedê em ceza kirin.”

Şîrteke bi biaqil e. Dibê em dersê jê bigrin.

Dibê têkçûnên me, felaketên hetanî nuha hatine serê me jî, me bêhêvî nekin, belkî jî ji bo ku em rojên hîn xweşti bibînin ev bobelat tên serê me. Dibê em li çareyên din, li riyên din bigerin.
Heta nuha, ev dused sal in me çareya xelasiyê tim di serîhildanê û di şer da dîtiye.
Lê em tim şikyane û li zirarê derketine. Dibê vê carê em xwe bidin ilm û îrfan, bidin xebatên zimên, zarokên xwe, miletê xwe fêrî kurdî, fêrî tarîxa wan bikin.
Şikandin û teslîmgirtin amerivên zane zor e. Asîmîlasyon kurdan zû dike tirk, panzehîra vê zanîn e, şiûra netewî ye. Dibê em vî aliyê miet xurt bikin.

 

XXX

Daxwazên xortan: evîn, pere, sihet, saxlemî ye. Daxwazên kal û pîran, extiyaran jî berê sihet, pere, evîn e.

P. Geroldy

Herdu alternatîf jî li gorî wan rast e. Lê extiyarî, tecrûbe meriv biaqiltir dike. EErê dil pîr nabe, lê extiyar zane dema evîndariyê borîye. Dil hebe jî taqet tune.

XXX

Kar birê xisarê ye. Meriv bi nêta karê tîcaretê dike, Bîtcoîn, perê Krîpto dikire lê zirarê dike.

Li Tikriyê gelek kesî dolar kirî zirar kir, TLya tirk kirî dîsa zirar kir.

Ez tu carî neketim karekî wiha, carnan nezanî li kara meriv e, nahêle meriv li xisarê derkeve.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE