21 januari 2022

Ewê bibe mamoste

Mamoste di civîna bi dê û bavan ra ji bavê xwendekarekî xwe pirsî:

-Min bihîstiye tu dixwazî Şêro bibe mamoste. Gelo lawik dixwaze, êwê ji heq derê, tu li ser vê yekê baş fikirî ?

Mêrik got:

-Çawa, pir dixwaze. Ji nuha da ji lêxistina zarokan pir hez dike.

 

Hesab

Mamoste ji Lezgîn pirsî:

-Heft cara heyşt dike çend?

Lezgîn dengê xwe nekir, bersîv neda.

Mamoste got:

-Hinekî bifikire, hefta li heyşta bixe, hela ka çi derdikeve?

Lezgîn bi bêdilî got:

-Ez ditirsim şer derkeve !

 

Sêv

Mamoste ji Rihanê ra got:

Heft sêvên te hene. Azad dudu, Xezalê dudu ji te xwestin. Çend sêvên te dimînin.

Rihanê got:

Dîsa heft dimînin.

Mamoste got çawa dîsa heft?

Rihanê got:

-Heta ji wan tê bira bixwazin. Ez yekê jî nadim tu kesî.

 

Çinîna sêvan

Mamostê sinifa yekê ji xwendekarên xwe pirsî, got:

-Zarokno, bi ya we wexta topkirina sêvan kînga ye, dibê meriv kînga sêvan ji darê bike?

Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Dema baxvan di xew da be.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE