21 januari 2022

Bi şer tim em li zirarê derketine

Tirk ne bi şer, ne bi sîlehê, bi asîmîlasyonê dixwazin me bihelînin, bikin tirk. Taktîka wan ev e.

Ji xwe bi vê riyê nîvê me helandine jî.
Em jî ne bi şer, ne bi sîlehê, ancax bi parastina zimanê xwe, bi pêşdabirina ilm, îrfan û edebîyata kurdî, bi fêrbûna tarîxa xwe, bi xurtkirina şiûrê netewî kanin zora tirkkan bibin, wan mecbûrî ser masê bikin.
Ev dused sal in me çareya rizgariyê, azadiyê tim di serîhildanê û di şer da dîtiye.
Lê di her şerî da em tim şikyane û em tim li zirarê derketine. Kurdistan wêran bûye.

Şer bûye sebebê bi sedhezaran, zane û elîtên kurd, mîr, axa, beg û eşrafên kurd ji Kurdistanê werin derxistin. Di her şerî da, piştî her serîhildanê bi milyonan kurdên welatparêz bi çolan xistine. Ew jî bûye sebebê wêraniya Kurdistnê. Kurd li dîasporayê heliyane û ji kîsê kurdan çûne.
Ev yek bûye sebebên gelek zeîfî û paşdemayina civata kurd. Dijmin tim serê jivatê jê kirine, nehîştine civata me geş bibe, bi pêş bikeve.
Yanî serîhildanên me tiştek bi neyarê me nekirine, lê bûne sebebên malwêraniya kurdan, mezin û pêşengên kurdan hemû ya hatine kuştin, bi dardekirin, ya jî mecbûrî koçberiyê û mirinê bûne. 

Dibê vê carê em xwe bidin ilm û îrfan, bidin xebatên zimên, zarokên xwe, miletê xwe fêrî kurdî, fêrî tarîxa wan bikin.

Merivên zane, bi kultur sîgorteya hebûna me ne, tiştê heta nuha em parastine ziman e, edebîyat e, muzîk e, folklora me ye. Dibê hemû bi zimanê xwe biparêzin, bi pêş da bibn, yê me xelas bike ziman e, ew here em jî pê ra diqedin, dibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE