Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-21
Min îro ji ciyê karê xwe îzin girt, çûm ser tuxtorê dirana. Di vî umrî da di
devê min da diran nemane. Giş reş bûne û qul in. Xwedê kir ez li Swêd im, heger
li welêt bûma ji nuha da minê taxim têxista devê xwe.
Ji bo ku pantorê xwe kin bikim piştî nîvro çûm ser terzî. Dema min xwest
pantorê xwe ji xwe deynim, ji nişka ve min got belkî benê pişta min qetiya. Min
bi zorê xwe gîhand malê. Qey ev jî lotota min e.
XXX
1987-01-21
*Ez çûbûm Kurdîska Projektê, ji bo Kerîm Sencarî di tercumeya belavokekê da alîkariya min bike. Ji Riks Radyoya P 1ê telefon kirin, gotin li ser girtinên vê dawiyê û kuştina Palme em dixwazin bi malteke kurd ra roportajekê bikin. Ji min pirsîn, gotin tu tiştekî wiha qebûl dikî?
Min got erê
Yê rojnamevan hat wir, em bi ereba wî çûn mala me. Em rûniştin. Me jê ra qahwe şê kir, hin tişt îkram kir.
Li ser kuştina Palme, tevlêbûna navê PKKê û nivîsên medyayê, tesîra li kurdan dibe roportajeke dirêj bi min ra kir. Rojnamevanekî baş bû, dixwest kurdan mezlûm nîşan bide, bibêje kurd bi van nivîsan pir diêşin, ji karê xwe dibin.
Ez bawer dikim ewê tesîreke baş bike.
*Îro jî xeberên pêşî yên hemû rojnameyan dîsa li ser PKKê û kurdan in. Rojnameya Expressenê 16-17 rûpel li ser vê meselê nivîsîye. Rojnameyên din jî kêm zêde eynî tiştî dikin.
Êdî wer bûye meriv naxwaze ne li telewîzyonan binêre, ne li radyoyê gudarî bike, ne jî rojnameyan bixwîne.
Her roj sernivîsên rojnameyan "PKK-sparet" e, yanî şopa PKKê ye, carnan jî dibêjin "şopa kurd".
XXX
1996-01-21
Kitêba Edward Seîd(Entellektuel, bi swêdî)dixwînim. Edward Seîd
her çiqas problemên sirgûnê, xerîbiyê minaqaşe dike jî, lê bi giranî li ser ronakbîriyê(enetellektueliyê)
radiweste. Mijar kî ronakbîr e û dibê ronakbîr çawa be?
Zimanê wî giran e. Di Armancê da jî di van demên dawî da li ser ronakbîran du
sê nivîs derketibûn. Gava meriv nivîskarê xelkê dixwîne dibîne yên me çiqasî ”reb
in.”
Edward Seîd merivekî zana ye, lê ne objektîf e, terefgîr e.
XXX
1997-01-21
Li ciyê kar ji min ra gotin sibe tu yê herî li Forsakringskassa (Kaseya Sîgorteya)Hguddîngeyê bixebite. Ev demeke dixwazin min bibin wir.
Karkirê wir teqawit bûye, dixwazin min bişînin wir. Min tim got na. Min xeber da sendîkayê, min got ez naxwazim ciyê karê xwe bigqauherînim. Sendîkayê tu hêvî neda min.
Kaseya Huddîngê pir mezin e, 5 tebeq e, personal sê qatê vir e, karê wir pir e. Lê ewê min bişînin, ez mecbûr im herim, ya na ewê min ji kar derxin.
XXX
2002-01-21
Xweng û birayên hêja û qehreman!
Ez kampanya we ya ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî ji dil û
can pîroz dikim. Divê hûn baş bizanibin ev daxwaza hûn îro didin pêş xwena min
ya bîst sala ye.
Min her tim xeyal dikir rojekê keç û xortên kurd bi dê û bavên xwe ra dakevin
kolanan û ji Tirkiyê mafê perwerdeya bi zimanê xwe bixwazin. Bi derengî be jî
ev xeyala min ya bi salan va ye îro bi rast geriya. Ji bo vê yekê jî ez careke
din rêber û pêşengên vê xebatê pîroz dikim.
Bi vê xebatê dinya alem dibîne gelê kurd ji mafê xwe yê herî
demokratîk û herî însanî bê par e.
Divê em kurd vê xebatê pir cidî bigrin û bi hemû hêza xwe wê pêş da bibin û
xurt bikin. Ji ber ku li dinyayê tu kesê ji me ra bibêje di vê daxwaza xwe da
hûn neheq in tunye.
Bi vacayî her kesê ku hinekî merhamet, ûjdan û însaniyet pê ra hebe ewê piştgiriya
vê daxwaza me ya herî bi heq û însanî bike.
Siyaseta me, îdeolojiya me çi dibe bira bibe divê em wek
milet li vê kampanyayê xwedî derkevin û bi xurtî tê da cî bigrin.
Ji ber ku ziman, zimanê me hemûyan e, ne yê hêzekê û grûbekê ye. Dema em mafê
perwerdebûna bi zimanê xwe bigrin, em wek milet xelekek zincîra koletiyê ya
herî qalind û giran dişkînin.
Birayên delal, ez dibînim di beyan û nivîsên we da tirkî serdest
e. Divê hûn bi xwe dev ji tirkî berdin û tenê bi kurdî binivîsin. Ji ber ku we
kampanya daye destpêkirin, lema jî divê berî herkesî hûn qedir bidin zimanê
xwe.
Lê kesên ku ji we ra bi tirkî mesajan dişînin ew tiştekî din e. Heger di warê kurdî
da hewcedariya we bi alîkariyê hebe ez amademe di vê xebata miqedes da ji we ra
bibim alîkar.
Ji bo ku hin tişt cî bigrin, bibin adet û tradîsyon divê meriv israr bike. Dema
kurd bixwazin, wek gelek tiştên din ewê fêrî axaftina zimanê xwe jî bibin.
Ez bi dilê xwe, bi mejuyê xwe, bi dev û bi qelama xwe bi vê
daxwaz û xebata we ya miqedes ra me.
Zinarê Xamo
Not: min berê du mesjên kin ji we ra şandibûn, we hîn neweşandine.
Ji kerema xwe ra wan neweşînin, vê mesaja min biweşînin.
XXX
2002-01-21
Piştgiriya kampanya perwerdeya zimanê Kurdî
Ez şîdet û terora dewletê ya li hember Kurdên ku dixwazin bi
zimanê xwe perwerde bibin protesto dikim û kes û hêzên ku pêşengiya vê daxwaz û
xebatê dikin ji dil û can pîroz û silav dikim.
Axaftin û perwerdebûna bi zimanê diya xwe mafekî bi heq û însanî ye, divê wek
her miletî kurd jî bibin xwediyê vî mafî.
Ez dixwazim hûn navê min jî têxin nav kesên piştgiriya vê
daxwazê dikin.
Zinarê Xamo:Nivîskar
XXX
Keya, ma hûn wek Federasyon nafikirin bi beyanekê ya jî bi
hawakî din piştgiriya vê kampanya serbestbûna zimanê kurdî bikin?
Bi baweriya min divê hûn bikin.
Kesên vê kampanyayê dimeşînin malperek çêkirine, ez lînka
wan li jêr ji te ra dişînim.
Silav
Zinarê Xamo
Stockholm
21/1-02
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar