Îro saet di 09.00a da kongra Dîakurdê heye, nuha li ser rê me, diçim kongrê.
Ez bawer dikim heta derengê şevê emê li kongrê bin. Lema bira îro tahtîla min be. Bi xêr sibe ezê tiştekî binivîsim.
De heta sibe bi xatirê we.
Çend rêz ji bîranînên min -16-
Êşa pişta min xerabtir bû, baştir nebû. Wer di nav ciya da me. Nakanim rabim ser xwe. Ez bawer dikim boçikî bûme. Swêdî dibêjin ”ryggskot” yanî firka piştê, firk ketiye pişta min. Li welêt me digot ez biçokî bûme.
Êşa piştê ne bes e, bîna min jî pir teng e, îstîfa ji partiyê min gelkî dide fikirandin.
Li alî din jî ji xwe ra dibêjim partiya di ciyê teng da li endamê xwe xwedî dernekve, destê alîkariyê dirêj nekê ne tu partiye. XXX 1988-01-22
Lokman Polat ji min ra got, ”A. Vahap Serîn bi derewan xwe nexweş xistiye, dermanên tuxtor danê jî giş avêtine şopê. Hevalên wî ev yek tespît kirine. Rahîştina sîlehê jî red kiriye. Li ser vê hevalên wî ew hevaltiya xwe derxistine û ji malê qewitandine. Seîd Guven û Amed Tîgrîs jî ev biryara di heqê A. Wehap da îmze kirine.” Tiştê Lokman Polat got ne li Swêd, li Sûriyê, li Şamê bûye. Li gorî gotina Lokan, A. Wahap ji bo ku neçe çiyê xwe nexweş xistiye.
Tiştê wiha min berê jî bihîstibû. Tiştên tên gotin çiqasî rast e, çiqasî derew e ez nizanim. Lê bi baweriya min dera agir lê tunebe dûxan jê hilnayê.
XXX
1997-01-22
Min çû kitêba xwe ji aşxaneya Yilmaz(Selîm Bakax)anî. Riya Azadî gotibû ewê biweşînin lê derew derket, dûra poşman bûn, gotin "hetanî sê salan jî em nikanin biweşînin."
Ez bawer nakim weşanxaneyeke din jî biweşîne. Dibê ez bi perê xwe biweşînim. Wekî din tu rê tune ye. Ji bo ku kitêbeke xwe biweşîne ya dibê torpîla te hebe ya jî perê te hebe. Yê min herdu jî tune ne. Xwîna min bi xelkê tahl e.
Min îro li Kasa Sîgorteya Huddîngê dest bi kar kir. Ezê pir biwestim. Karê postê pir e, arşîv pir mezin e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar