Wek min berê jî gotibû, do ez çûm kongreya DÎAKURDê, heta
derengê şevê li wir bûm. Lema jî do min tiştek nenivîsî.
Ez bawer dikim li dora 140-150 kesî ji çend welatan beşdar bûbûn. Çend kes jî
onlayn beşdar bûn.
Kongre li gel hin kêmasiyên teknîkî û organîzî bi selametî derbas bû û piştî ked
û xebata 4 salan Dîakurd ava bû. Êdî dora xebatê ye.
Meriv saet ji nehê sibê hetanî yanzde û nîvê şevê di nav xirecir û minaqaşeyên kongreyê da diweste.
Kekê Omer Şêxmûs, ez û Emîr Xazî
Bi rastî ez westiyame û hîn jî baş nehetima ser hukmê xwe yê berê. Ez bawer dikim rojek, du rojên din ji min ra lazim e, dibê ez hinekî westa xwe bigirim, îstirehet bikim.
Kalekî 72 salî dibê xwe bi xortan ra nerewisîne. Heger bike ewê li zirarê derkeve, belkî nexweş jî bikeve.
Jixwe ev çar roj in ez bi bapêşê ketime, him dikuxim û him jî gewriya min hinekî dişewite. Lê ez bawer dikim ne tiştekî talûke ye, van rojan li Stockholmê hewa sar e, serma ye, normal e meriv sermê digre, bapêşê dikeve.
Min 3 derziyên Coronayê li xwe xistine, lema jî ez hinekî misterîh im, dilê min di cî da ye, yanî tirsa min a Coronayê tune.
Di kongreyê da min gelek nas û dostên serê salan bû dîtin, me sohbet kir. Hemşeriyê min Siracetîn Kiricî ji Almanyayê hatibû, me bîstekê sohbet kir. Çaxa meriv hemşeriyên xwe dibîne bîna meriv fire dibe, dilê meriv kêfxweş dibe.
Jixwe ji kara civînan yek jî ev e, di civîn û kongreyan da meriv nas û dost û hevalên xwe dibîne, bi hev ra sohbet dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar