23 januari 2022

Dewlet li pişt êrîşa Daîşê heye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrîşên Daîşê ya li Hesekeê beyanek daye, êrîş şermezar kiriye û piştgiriya xwe ya bi HSDê ra jî careke din dubare kiriye.

Ev şêla Amerîkayê baş e, rind e, lê ev îş ne îşê rexnekirinê ye, jê ra zor û lêxistin lazim e. Dibê Amerîka baş lêxe, bipelixîne.

Bi îhtîmaleke pir mezin Amerîka zane kî li pişt vê êrîşê ye, kê piştgirî daye terorîstên îslamî, kê ev êrîş organîze kiriye.

Ev çend roj in terorîstên Daîşê êrîş birin ser zindana Hesekê xwestina terorîstên girtî xelas bikin.

Di şer da li dora 130 terorîst hatine kuştin. Lê ji hêzên HSDê jî 17 kes hatine kuştin û birîndar jî hene. Êrîş hatibe şikandin jî lê tevlihevî hîn jî berdewam e.

Bi baweriya min ev êrîş ne îşê Daîşê tenê ye, li piştî vê êrîşê miheqeq Tirkiye heye, lê mimkûn e tiliya hin hêzên Îraqî jî tê da hebe. Daîş bi serê xwe nikane êrîşeke hewqasî mezin bike, dibê dewlet li pişt be.

Jixwe êdî Daîşeke bi serê xwe tune, Daîşên dewletan heye. Tirkiye tiştê naxwaze bi leşker û pûlisên xwe bike, bi navê Daîşê dide kirin, dibê Daîşê.

Daîş îro hêzeke girêdayî artêşa Tirkiyê ye, Tirkiye Daîşê sewq û îdare dike, bi tiştan tide kirin. Êrîşa ser hefsa Hesekê jî organîzeyeke Tirkiyê ya bi vî rengî ye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE