Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-23
Îro jî li mal bûm. Êşa pişta min li gorî do, îroo hinekî baştir bûye, lê hîn jî
tam baş nebûye. Bi vê êşê nikanin bixebitim. Di vî umrî da ev êş ne karê aqil e. Pir min diêşîne, halê min ji ber tune. Merivê bêşans diranê wî di pelokê da dişkê.
XXX
1987-01-23
Ez û rojnamevanekî ji Radyoya Swêd(P1) em çûn dahîreya kar. Ji bo ku li komeleya me karekî bi alîkariya meaş(lonebidrag) bidin min. Meaşê meriv dewlet dide, komele jî mesrefên sosyal dide. Îro tu biryar nedan. Gotin dibê ji komeleyê hin laxet werin dûra.
Rojnamevanê bi min ra hevpeyvîn çêkiribû îro dîsa telefon kir, hin pir ji min pirsî.
XXX
1996-01-23
Min û Salim (Çelîker) ji zû ve ye dil hebû em rojekê herin Kemal Burkay bibînin û pê ra hinek sohbet bikin, hin pirsan jê bikin.
Salim îro bi Fexrî(Olçer)ra peyivî, ji bo em Kemal Burkay sibe bibînin pê ra li hev kir. Sibe saet piştî 1700a emê emê herin mala Fexrî. Tu daxwaz ya jî pêşniyareke me ya xusûsî tune ye, em dixwazin li ser yekîtiya kurdan, kongreyeke millî û li ser îmklanên vekirina kanaleke telewîzyonekê pê ra hinekî sohbet bikin, dîtinên wî fêr bibin.
1996-01- 23
Min û Salim ra li aşxana Yilmaz(Selîm Bakac) hev dît. Wîldan(Tanrikulu) û Weysî Zeydanlioglu jî li wir bûn. Min ji Weysî Zeydanligoglu pirsî, gelo wî belavoka Henefî
Celeplî û Hesenê Xazî belav kiribûn xwendiye ya na?
Got ji min ra jî şandine, lê min nexwendiye. Lê nîvhenekê xwe bi teşebusê kir.
Got ewê belavokê îmze neke.
Wîldan li ser kongreya yekîtiya sosyalîstan got dîtina ciyekî problem e. Dixwsetin
kongreyê li Sûriyê çê bikin, lê Sûriye nahêle ew li wir bicivin. Got ya ewê
ciyekî din bibînin ya jî ewê herin, bibêjin va ye em hatine, hema hûn çi dikin
bikin…”
Min got, tu dibînî, ji bo ku girêdaneke we ya siyasî, aborî bi Esed ra tune ye
nahêlin hûn civînekê li wir çê bikin.
XXX
1996-01-23
Elî Çiftçî, kitêba ji bo çapê min jê ra şandibû, xwedêgiravî
hefta berê ewê ji min ra şandiba hîn neşandiye. Gava hat ezê bidim Riya
Azadiyê. Fexriyê farqînî gotibû gava tu bixwazî ezê bidim hevalan, bira lê
binêrin. Belkî çap bikin.
Dinya wiha ye, çaxa meriv ne bi hêzekê ra be kes kitêba meriv çap nake.
Not: Ev kitêb, ”Stiriyên me” di nîsana 2020a da min bi perê xwe da çapkirin.
Weşanxaneya Nameyê ji min ra çap kir.
Ez kitêbeke li ser grafolojîyê(nivîsên însên) dixwînim. Di kitêbê da li ser
qerekterên însên gelek îdîayên balkêş hene. Heger grafologekî destnivîsên
siyasetmedarên, serokên kurdan analîz bikira Xwedê zane ewê çi tiştên ecêb
bigota. Em hîn pir dûrî vê merhelê ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar