24 januari 2022

Qusûr

Şahbanûya(kralîçeya) sînemayê Marlene Dietrich ji rismê xwe yê kişandibû qet ne memnûn bû. Ji yê fotokêş ra bi xeyd û gazin got:

-Ez fêm nakim ev risim çima wiha ye? Cara dawî dema te rismê min girt netîce pir baş bû, risim pir xweşik bû. Vê carê çima wiha ye?

Fotokêş bi kibarî got:

-Erê rast e, wê çaxê ez 10 sala ciwantir(biçûktir) bûm.

 

Bexşîş

Yekî rût, bêpere çû aşxaneyeke luks. Têr xwar, vexwar. Wexta hesabdanê ji garson ra got:

-Qurişek perê min jî tune ye.

Ban patron kirin. Patron çend sîle(şîrmaq)lêxist. Dûra garson jî lêxist. Patron bi garson da xeyidî, got:

-Çima te lêxist?

Garson got:

-Ew jî bexşîşa min e.

 

Mil

Pîrê bi otoboza belediyê diçû derekê. Piştî otoboz hinekî çû, xortê li pêş xwe quricand, got:

-Lawê min, ma vira Deriyê Mêrdînê ye?

Lawik mizicî, got:

-Na pîrê, vira milê min e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE