24 januari 2022

Erdogan gefa zimanjêkirinê li xelkê dixwe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja îniyê li mizgeftê, wek miftiyekî derketiye ser mîhrabê û dîsa ji qal û bela peyivîye, aqil li tirkan belav kiriye, tirs xelkê firandiye.

Di vê nabênê da gefa zimanjêkirinê jî li Sezen Aksûya sitranbêj xwariye, gotiye:

”Kes nikane dev bavêje Hz. Adem û dayika me Hawwa yê. Yên wê zimandirêjiyê bikin, gava wexta wê were jêkirina wan zimanan wezîfeya me ye.”

Xwedê meriv bisitirîne, serokê welatekî çawa gotineke wiha ji xelkê ra, ji sitranbêjeka jin ra dibêje meriv fêm nake, meriv matmayî dimîne !

Lê esas ev ne cara pêşî ye Erdogan tiştên wiha dibêje, xelkê tehdît dike, berê jî gelek caran peyvên wiha û heta yên jê girantir jî kirine. Û tim jî jê ra maye.

Mêrik êdî wek Talîbanan û celadên Daîşê meqes di desta da ye zimanan jê dike.

Sezen Aksuya sitranbêj 5 sal berê di sitranek xwe da gotibû, ”silavê li Hewwa û Ademê cahil kin.”

Ji ber vê gotina Sezen Aksuyê, Erdogan gotiye ”ewê zimanê wê jêkin.”

Mêrik heta nuha çi kir jê ra ma, lema jî êdî eşkere xelkê bi zimanjêkirinê tehdît dike.

Heger ev gotin yekî ji Erdogan ra kiriba nuha di zindanê da bû, lê ew ji xelkê ra dibêje û sawcîyek newêre dozê lê veke.

XXX

Li Stenbolê pûk e, sar e, serma e, lê bi sedan însan di dora nan da ne. Ji ber ku nanê belediye difroşe çend qurişan erzantir e, lema jî bi sedan însan di vê sir û sermayê û berfê da di dora nanê belediyê da ne.
Lê dîsa kes dengê xwe nake, vê perîşaniyê protesto nake.

Ji ber neyartiya wan ya bi kurdan ra li hemberî vê zulmê û zelûliyê dengê xwe nakin.
Dibêjin heger ew dengê xwe bikin, heger li hemberî hukûmetê serî hildin kurd ewê jê fêdê bigrin û welat ewê perçe bibe. Lema jî tehamulî vê perîşaniyê û vê rezaltê dikin.
Miletekî ruhkole ye, neyartiya kurdan çavê tirkan qarixî kirite

XXX


Pêşiyên me hevaltiya bi rûvîyan û çeqelan rast nedîtine, di temî û şîretên xwe da gotine, "talda şêran ji sitara rûviyan çêtir e."

Lê bi wext û zemên ra ev şîreta pêşiyan hinekî hat jibîrkirin, êdî hevaltî û sitara rûvî û çeqelan, heta ya dijmin û dagirkeran jî normal tê dîtin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE