Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-24
Hîn jî nexweş im, li mal im, nikanim herim kar. Lê kanim
rabim ser xwe û bigerim. Do hema hema bi çarpiyan diçûm tuwaletê.
Di vê nabênê
da min ji xwe ra baş xwend. Tiştên ez bixwînim pir in, hundur tije kitêb û
kovar in, lê pê ra nagihînim bixwînim.
XXX
1988-01-24
Me li komelê civîna redaksîyona rojnameya Armancê çêkir. Piştî civînê Mûrad
Ciwan got, ez dibêjim em Ansîklopedîyeke Nanavdarên Kurd hazir bikin. Ji bo wê
jî min sê nameyên cihê hazir kirine. Her nameyek ewê ji kesan ra here û ji wan
jî daxwazên cihê werin kirin.
Lîsteyek navan jî hazir kiribû. Di nava wan da Eşref Okumuş, Firat Cewerî,
Mihemed Ûzûn jî hebûn.
Haya min û redaksîyona Armancê ji tiştekî wiha tunebû, berê ji me ra qala
tiştekî wiha nekiribû.
Lema jî ez matmayî mam, min got ez li dijî karekî bi vî
rengî me. Ansîklopedî baş e, em bikanibin çêkin pir baş e, lê ne di vê
mistewayê da.
Firad Cewerî, Mihemed Ûzûn, Eşref Okumûş û gelek kesên navên wan
di lîsteyê da hene ne navdarên kurd in. Kesên wek wan pir in. Firat Cewerî, Mihemed
Ûzûn nivîskar in, lê ne navdarên kurd in.
Heger meriv ji van ra bibêbe navdarên kurd wê
demê cidîyeta ansîklopediyê namîne.
Li ser rexneya min di nava me da minaqaşe çê bû û hin nav ji lîsteyê
derxist, got meriv kane van navan ji
lîsteyê derxîne. Ji redaksîyona Armancê bêyî min kes li dijî lîsteyê derneket.
Name bi Armancê ra ji hin kesan ra hat şandin. Ji bo ku xwe bidin nasîn.
XXX
1993-01-24
Ugur Mumcuyê rojnamevan îro hat kuştin. li gorî xeberên ajansan, gava Mumcu li ereba xwe siwar dibe, dixebitîne bombe diteqe, perçeperçeyî dibe. Bombeyeke pir bi tesîr xistine ereba wî, dema teqiya ji bo ku xelas nebe.
Du hêzên îslamî kuştin girtin ser xwe. lê hîn kes nehatiye girtin. Ez dibêjim ev îşê MITê ye, bi kê dabin kirin jî îşê wan e. Ewê wî jî dûra bikujin.
XXX
1996-01-24
Ez û Salim (Çelîker) îşev em çûn mala Fexrîyê farqînî (Olçer.) Wek me li
hev kiribû Kemal Burkay li wir bû.
Me bîstekê li halê hev pirsî û dûra jî me dest
bi sohbeta xwe kir.
Me li ser yekîtiya hêzên sosyalîst, çêkirina kongreyeke millî û îmkanên vekirina kanaleke telewîzyonê sohbet kir.
Kemal Burkay li ser îhtîmala yekîtiya sosyalîstan bêhêvî bû. Digot em sosyalîst in lê ne maksîst-lenînîst in. Heta em û sosyaldemkrat jî nêzî hev in.Lê ji sosyalîstan hin hêz hîn jî dîktatoriya proleteryayê diparêzin û her roj me bi îxanetê tometbar dikin.
Qesta wî Kawa bû. Digot emê partiyeke legal ava bikin. Îhtîmal heye ya heye ewê fesh bikin. Digot em dixwazin di nav partiya nuh da bêyî PKKê hêzên welatparêz, îslamî jî di nav da hemû hebin.
Di mesela kongreya millî(netewî)da digot em dixwazin
partiyên wek PDKa Îranê, PDKa Îraqê û YNK jî di nav da bin. Lê avakirine
platformeke wiha baş didît.
Lê tirsa wî ew bû, digot heger hêzên mezin ne di
nav karekî wiha da be, platform ewê têkeve bin kontrola PKKê.
Di mesla telewîzyonê da tiştekî konkret negot. Tenê got ew jî tiştekî wiha
difikirin.
Di mesela partiya legal da dîtinên wî ne zelal bûn. Berê got dibê programa wê
dibê ji bo tevayiya Tirkiyê be. Dibê tirkan jî bigre nav xwe û ji bo çareserkirina
problemên Tirkiyê jî bixebite, ev tişt jî di programa wê da hebe.
Bi kurtî tiştê
difikirî ne avakirina partiyeke kurdî, partiyeke kurd û tirkan bû.
Lê ez û Salim li dijî vê fikrê derketin, piştî hinek sohbet hat nuxta me, got
partiya were avakirin dibê ya kurdan be. Tirk piştgiriyê dikin bira bikin, lê
partî gerek ya kurdan be.
Netîce, min di sohbeta me da kar dît, tu zirar nedît. Întîba li ser min hîşt di
gelek dîtinên xwe da sathî bû, zêde li ser nefikirî bû. Lê pir mitewazî bû.
Kitêba xwe ya nuh(Gula Çile) îmze kir da me.
XXX
2021-01-04
Yekî bi navê bavê Bavê Rewan li ser zewaca bi dozmamê ra çend pirsên ecêb ji
min kirine:
”Êvar baş mamoste
Pirsek min heye dixwazim bipirsim hêvî dikim tu yê li peyama min binêre û min
bê bersiv nehêle
Pirsa min li ser zewaca dotmama ye Ji bilî kurda kîjan milet
bi qasî me kurda bi dotmamên xwe re dizewicin
Zewaca dotmama çima li ba me zêde ye
Zewaca dotmama dîroka wê çiqas kûr e
Digihîje pêxembera an na
Di malbata min de
Bavê min bi dotmama xwe re zewicî
Birayê min ê mezin bi dotmama xwe re zewicî Birayê min ê din
bi dotmama xwe re
Ez jî bi dotmama xwe re me me gustîl xist destê xwe
4 jan. 2021 7:27
Bersîva min:
Xortê delal, pirsên te ji min kirine gelkî zor in, karê
sosyolog, dîroknas û aliman e, ne mimkûn e ez kanibim bersîveke ilmî bidim te.
Zewaca bi dozmam, pismam û xizmên hev ra pir kevn e, kultureke çend hezar sal
kevn e û li gelek derên dinyayê hebûye.
Lê belê li gelek deran rabûye. Nuha
herî pir û herî zêde di nava kurdan, tirkan, ereban, farisan, pakîstanî,
hîndîyan da heye.
Li Ewrûpayê hema hema qet tuneye.
Çimkî zewaca merivantiyê ya
deraca yekê (dozmam û pismam) pir bi rîsk e, îhtîmala zarok seqet bibin gelkî
zêdeye.
Lema ewrûpî bi merivên xwe ra nazewicin.
Li Japonyayê jî ev adet heye,
lê pir hindik e.
Lê li Çînê, li welatên Asya Dûr û li Afrîkayê çawa ye ez
ninzannim.
Li Tikriyê li ser vê meselê miheqeq lêkolîn hene, lê bigere. Sebebên
ez li vir bibêjim tu jî gişan zanî.
2021-01-24
XXX
2021-01-24
Merheba Berrî xanim. Gelek sipas ji bo dilpakî û gotinên te
yên qedirzan.
Di kurmancî da gelek kes zamîrên şexsî şaş bi kar tînin. Twîtta te dibê wiha
be.
”Min nizanîbû birêz Zinarê Xamo jannim blogerî kurdî yê pêşî ye…
Ez nizanim, min nizanîbû…”
Vê şaşiyê gelek kes dikin, hêdî hêdî meriv pê dihese. Kurmanciya şaş ji tirkîya
mikemel baştir e, dom bike. Heger alîkarî ji te ra lazim be ji min ra bişîne.
Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar