25 januari 2022

Şer bi tivinga vala nabe !

Pêşiyên me ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe ders û ibret girtine, li ser şer gotine, ”şer ket nav hebina ji xwedîyan xurttir kes tune.”

Lê belê em zanin şer jî bi tivinga vala nabe, dibê paşmêrî û cebilxana te hebe.
Tirkiyê bi destê terorîstên Daîşê û hin hêzên îslamî şer anî xist nav hebinên me, nav mala me.

Kurd mecbûr man li rojava û li başûrê Kurdistanê canên xwe, malên xwe û welatê xwe biparêzin.

Şêr û şepalên kurd li Kobanê destan nivîsîn, dinya, tarîx şahidê vê mêraniya miletê kurd e.

Lê Tirkiye dev ji kurdan bernade, şer neqadîne, sed, dused terorîst, çete dimrin, hinekên din dişîne.

Çimkî di bin destê Tirkyê da 300-400 hezar terorîstên bi sîleh hene, zayîata wan ji bo Tirkiyê ne muhîm e, lema jî piştî her têkçûnê, nabênekê didê, terorîstên xwe reorganîze dike û ji nuh va êrîşekê dide destpkirin.

Çend roj berê li Serêkaniyê dîsa pilana êrîşeke mezin çêkir û ji Serêkaniyê û Îraqê êrîşê ser Hesekê kirin.

Ji her aliyekî 200 sed terorîst bi sîlehên giran ajotin ser hefsa Hesekê.

Hedefa wan ne hefsa Hesekê tenê bû, piştî rizgarkirina terorîstên girtî ji zindanê, dagirkirina tevahiya Rojava bûye, yanî destpêkirina şerekî berfirehtir bûye.

Lê bi ser neketin.
Çimkî şer dîsa di nava hebinên me da bû, lema xwediyên malê xwe baş parastin.

Problem, şer bi tivinga vala nabe. Cebilxana me hindik e, li pişt êrîşkaran dewlet heye, tivinga wan tim tije ye, cebilxana wan tu carî naqede.

Lê cebilxana me li ser xelkê ye. Xelk jî têra xwe û bi qasî ku em dixwazin nadin, li gorî dilê xwe alîkariyê bi şervanên kurdan ra dikin. Ev yek cesaretê dide Tirkiyê û terorîstên îslamî.

Amerîka, NATO baş zane Tirkiye li pişt êrîşa Hesekê ye, pilan li Serêkaniyê hatiye çêkirin. Lê Amerîka, NATO dîsa jî tiştekî bi Tiriyê nakin. Ji ber vê jî Tirkiye demekê nabênê dide êrîşên xwe û dûra dîsa li derekê dest pê dike.

XXX

Dibêjin xwedêgiravî benê derewa kin e. Wele ev gotin zêde nekt serê min. Ev benekî çawa kin e min fêm nekir.

Jiyana mêrik, siyaseta mêrik, heta tahsîl û perwerdeya mêrik hemû derew e, li ser derewa ava bûye.

Lê benê derewên wî dîsa jî ne kin e, heta hûn bixwazin dirêj e. Çimkî ev bîst sal in bi çîrokek derewîn, bi dîplomeyeke sexte li ser hukim e.

Qey benê hin derewan kin e, yê hin derewan dirêj e. Benê derewên efendî pir dirêj e.

Lê Xwedê heye, tirk jî ji derewa û ji merivê derewîn (derewçîn)pir hez dikin, lema jî dikin serokê xwe.

Derew wek narkotîkayê ye, yê carê dest pê bike, hêdî hêdî dibe mubtelayê wê, hew kane dev jê berde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE