25 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -18-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-01-25

Ji bo civîna komîta partiyê ez çûm Uppsalayê. Me civîn li mala Hesen(Necdet Gundem) çêkir.
Min telefonî Bavê Nazê kir. Ji min ra got ez hew di Armancê da dinivîsînim. Em gelekî peyivîn. Tu sebebekî konkret nîşan neda. Min got tu bi kêfa xwe yî.

Di dawiyê da got Mûrad(Mûrad Ciwan)gotiye romana te bi vî hawî çap nabe, dibê tu biguherînî. Xwe ji viya pir aciz kiriye.
Piştî axaftina me, min ji xwe ra got tu tiştek wek naskirina însên zor tune ye.

XXX
1996-01-25

Min kitêba Edward Seîd (Entellektuel, bi swêdî)îro qedand. Mêrik rexne li entellektuelên ewrûpî digre(di gelek rexneyên xwe da bi heq e jî), dibêje hûn ne adil in, bi her kesî ra eynî miamelê nakin.

Dema tê hesabê we hûn pir adil û rastgo ne, lê gava nayê hesabê we, hûn ji her kesî bêtir oportunîst in, li hemberî neheqiyê bêdeng in, rastiyê tahrîf dikin ya jî tam nabêjin.

Di vî warî da gelek numûneyan dide. Li ser mesela Filîstîn û şerê Xelîcê disekine. Lê ew bi xwe bi yek gotinê jî qala kurdan û neheqiya li wan tê kirin nake.

Tu dibêjî qey Seddam Husên li hemberî kurdan çekên kîmyayî qet bi kar neanîye, bi hezaran kurd nedane kuştin.

Ji ronakbîrên ewrûpî û amerîkî gazinan dike, dibêje hûn li hemberî yên xwe bêdeng in, hûn ji kirinênwan ra çavên xwe digrin, lê ew bi xwe di mesela kurdan da ne tenê çavê xwe digre, her wisa xwe kerr û lal jî dike. Nabêje wele Îraq û Sûriye zulmek mezin li kurdan dikin, heqê wan ên netewî nadin. Ev neheqî ye.

Dibê ronakbîrên ereb li dijî vê zulma li kurdan dibe derkevin û piştgiriya daxwazên kurdan ên netewî bikin. Mafê kurdan jî heye bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Tiştekî wiha nabêje, tenê qala durrûtiya xelkê, ronakbîrên ewrûpî dike. Yekî nizanibe ewê bibbêje ronakbîrên ereb ne durrû ne.

Heger nivîskarê kitêbê yekî kurd bûya, ewê ji mesela kurdan bêtir, qala ya filistîniyan bikira. Jixwe her siyasetmedarê kurd, her ronakbîrê kurd ji filistîniyan bêtir îsraîl rexne dikin, dijminatiya Îsraîl dikin.

XXX
2017-01-25

Kadir Buyukkaya di nivîsa xwe da ji bo Necmedîn Buyukkaya û Mihemed Uzun gotiye, ”Du mérxas, du egîdên, du dilsozên welaté min.”
Bi baweriya min ne rast e meriv Necmedîn û Mihemed Uzun wek hev nîşan bide. Ez viya ne bo ku ez ji Mihemed hez nakim dibêjim, ji ber ku ne rast e. Mihemed Uzun wek Necmedîn ne ”mêrxas û egîd” bû.
Lema jî min ev nivîs ji Kadir ra şand:

XXX
2017-01-25 08:31
Kadir Buyukkaya ra

Merheba kekê Kadîr !
Birayê ezîz, te canfîda û egîdekî wek Necmedîn Buyukkaya bi tirsonek û oportunîstekî wek Mehmet Uzun ra kiriye yek, wekî hev nîşan daye; te gotiye ”Du mérxas, du egîdên, du dilsonên welaté min.”
Ev îdîa ne rast e, Mehmet Uzun wek Necmedîn ne ”mêrxas û egîd” e.
Miqayesekirina Mehmet Uzun bi Necmedîn Buyukkaya ra him ne rast e û him jî neheqiyeke pir mezin e.
Mehmet Uzun ne di çapa serok û egîdekî wek Necmedîn Buyukkaya da ye, di orta wan da çiya hene.
Ez naxwazim li ser Mehmet Uzun zêde dirêj bikim, tenê îfadeya wî ya Diyarbekrê ji te ra dişînim. Diyar e tu Mehmet Uzun nas nakî û te ev parastina wî ya mahkima Diyarbekrê(19.04.2002) nexwendiye.
Gelek silavên dostaniyê.
 Zinarê Xamo

http://www.suryaniler.com/forum.asp?fislem=cevaplar&kategoriid=4&ustid=1139

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar