26 januari 2022

Dawiya dawî Coronayê xwe gîhand min jî !

Bersîva testa min a Covîd-19ê hat. Mixabin test POZÎTÎF e. 5 rojan ezê di karantînayê da bim. Bawer dikim xanim jî pê ketiye. Ew bi qasî min ne nexweş e, lê tam saxlem jî xuya nake. Ez dibêjim min di wê jî gerandiye.

Min sê derzî jî li xwe xistin, lê dîsa jî pere nekir, Coronayê dawiya dawî hat bela xwe di min da.
Hêvî dikim bi silametî derbas bibe.

XXX

-Derewê bi kesê derewçîn ra,

şaşiyê bi kesê cahil ra minaqeşe meke.

Çimkî ji derewçîn ra heqîqetê,

ji cahil ra jî rastiyê tu nikanî tu carî îzah bikî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE