26 januari 2022

Sipas ji bo lêpirsîn û xemxurîya we hemûyan !

Ji ber ku testa min a Coronayê pozîtîf derket, gelek nas, dost û hevalên ev yek bihîtin bi telefon kirin û bi mesajan li halê min pirsîn, sihet û şîfa xêrê ji min ra xwestin.

Mala hemûyan ava be, gelek sipas ji bo vê xemxuriya hemû dost û hevalan.

Heta nuha tiştekî anormal, meriv jê bitirse tune ye, ez baş im û li malê me.

Ez û xanim emê hefteyekê li malê bîna xwe bigrin, rehet bikin, neçin dikanan û nav milet.

Ez xurt im, li ser xwe me, ez bawer nakim Corona morona kanibe zora min bibe.

Dibêjin wek bapêşiyekê ye, ewê derbas bibe. Jixwe min jî hetanî îro wer texmîn dikir.

Lê helbet dîsa jî dibê meriv xwe hemet bike, li paqijiya xwe miqate be.

Wele xwedêgiravî ez li xwe miqate bûm, lê carnan ji xemsarî li dikanan û di trên û otobozê da min devik nedida ber devê xwe. Belkî ji wir gihîştibe min.

Ji ber ku min 3 derzî li xwe xistibûn, min digot parastina min êdî saxlem e, Corona were jî nobedar û leşkerên bedena min ewê min biparêzin, derziya Pfizer ewê nehêle Corona xwe bigihîne min.

Lê wer xuya ye ya sîlehên parêzvanên min xera bûne ya jî derbên wan qediyane, lema jî nikanîbûn min baş biparêzin.

Lê lawikê me yê biçûk dibêje, heger tu vaksîn nebûba kanîbû xerabtir biba.Yanî çawa be jî vaksînê ez parastime. Piştî hefteyekê emê bibînin, hela netîce çawa dibe…

XXX
1986-01-26


Rabûm çûm bajêr. Min û Malmîsanij li qahwexanê hevdu dît. Necdet Gundem û Uzeyîr Al jî hatin. Em bîstekê bi hev ra rûniştin, Necdet û Uzeyîr rabûn çûn. Piştî ew çûn ez û Malmîsanij li ser rewşa partiyê peyivîn. Malmîsanij got maşalê bi hev nekevin û careke din perçe nebin. Ew jî bêhêvî xuya bû.
Min jê ra negot min ji partiyê îstîfa kiriye. Tiştê min fêm kir hîn nebihîstibû. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE