27 januari 2022

Hin kes çamûr in

Li gorî baweriya dînê Îslamê însan ji herîyê yanî ji çamûrê(ji celbê) çêbûye. Ax bûye çamûr* û însan jê çêbûye.

Ezê vê baweriya dînê Îslamê minaqaşe nekim. Ev meseleyeke din e.
Lê hin însan bi rastî jî çamûr in, gerrek in, him jî çamûreke pir pîs in, ji qîr û qitranê jî xerabtir in.
Heger meriv dixwaze xwe edem neke dibê xwe ji wan dûr xe, ji bo ku çamûra xwe di meriv negerînin.

Ku çamûra wan carê di meriv bigere, jêpakbûn pir û pir zahmet e.
Merivên çamûr pir dişibin bukalemûnê(cinsekî gumgumokê ye), di saniyê da reng diguherin, dikevin her kerasî, her fêlbazî, her bêbextî ji wan tê.

Çimkî şerm nakin.
Şerê merivê bêrû, bêheya zor e, tu çi bikî jî tu li zirarê yî. Ji ber ku yê bêrû li ber xwe nakeve. Lema kane her tiştî bibêje, her derewê li hev ragire.

Merivê çamûr ji kevoka herî teqlebaz teqlebaztir in, meriv nizane li ser kîjan dînî ne.
Baweriya bi merivê çaûr, hevaltiya bi wan ra safî ye, heta kêmaqiliya herî mezin e. Merivê biaqil xwe naxe tora kesên çamûr, bi wan ra dernakeve rê, hevza xwe ji wan dike…

Însanên heyvanê wan çamûr e jiyana xwe bi nerindiyê, bi fêsadiyê derbas dikin, hal û karê wan buhtan û bêbextiyê li kesên din bikin.
Çamûr: celb, herî, gerrek.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE