27 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -19-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-01-27

Îro çûm ser tuxtor. Mala camêr ava be hefteyek rapor da min. Heger rapor neda min sibe bi vî halê xwe yê nexweş ezê biçûma kar. Dema meriv nexweş e meriv ji sedî 80î meaşê xwe digre. Ji bo yekî wek min perakî pir e, heta ji min tê xwe nexweş nanivîsînim, halê xwe dikim hal, nexweş bim jî diçim kar.

XXX

1987-01-27
*Min nivîsên li ba xwe teslîmî Mûrad Ciwan kirin. Mûrad got, "perê min tuneye, ez ketime binê deyna. Telefona min qut kirine, me kiriya xênî û perê zarokxaneyê nedaye, ji me ra îxtar hatiye. Got ji Mahmûd Kîper bipirse hela nikane hinek pere ji me ra ji bankê deyn bike.
Min ji Mahmûd pirsî. Mahmûd got karê min tune ye, ez bawer nakim deyn bibidin min. Rast e, karê meriv tunebe deyn nadin meriv.
Ev rewşa Mûrad ez pir êşandim, min ji ber xwe fedî kir. Dengê defê ji dûr va xweş tê. Yê me jî bûye ew mesele, kes nizane li Ewrûpayê em di çi halî da ne.
Mûrad jî qala Bavê Nazê kir, got ew û Bavê Nazê peyivîne. Bavê Nazê jê ra gotiye, hevalên we li Sûriyê perê min xwarine û hin tiştên din.

*Pûlisan îro Huseyîn Yildirim, Memo Yezdî û Îsmet Celeplî berdan. Lê hewqas helahop ji bo çi bû, çima girtin, çima berdan meriv fêm nake...

*Min xeberek li ser Qarînçê ji Armancê ra çê kir. Qarînçe gundekî Qerejdaxê ye, kutuka min jî li ser wê ye.

XXX
1996-01-27

Ez hevpeyvîneke bi Jean-Paul Sartre ra dixwînim (Sartre Sartre´i anlatiyor/Sartre qala Sartre dike). Hevpeyvîneke pir xweş e.

Di hevpeyvînê da xuya dibe Sartre tim perê pir pê ra hebûye û bexşîşek zêde daye garsonan. Yanî çûye ku tim dest avêtiye bêrîka xwe û tim comerdî kiriye û him jî bi hawakî zêde kiriye.

Kesê pê ra peyivîye dibêje: Ji bo ku comerdî însanan biçûk nexe dibê hemberiya wê mimkûn e, yanî ne tiştekî ku meriv nikanibe ji bin rabe.

Ev yek felsefa min a jiyanê ye. Gava li ba min hebûye min xwestiye bi hevalê xwe bidim xwarin.

Lê min tu carî ji girtinê, ji xwarinê hez nekiriye. Min tu carî çikûsî nekiriye, tim comerd hereket kiriye.

Çimkî gava ez nikanibim lê vegerînim, ez xwe pir nerehet his dikim; heta ”biçûk” dibînim. Çêyiya bi min bû dibê rojekê ez kanibim ji binî rabim.
Bi ya min dayin, comerdî zimanê meriv dirêj, girtin jî zimanê meriv kin dike.

XXX

Ahmed*, careke din merheba!

Birayê Ahmed, çendakî berê di heqê romana Susanna Tamaro da min ji te ra  e-mailek şandibû. Heta nuha te tu bersîvek neda min. Ez dixwazim bizanibim, hûnê kitibê biweþînin ya na?
Ez dizanim serê te nevehesiyayî ye û meşxûlîyetên te pir in. Lê li gel vê jî heger tu bersîvekê bidî min ezê kêfxweş bibim.

Bi silavên biratiyê û bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo
2001-01-27

*Ahmed Okçuoglu
Min ji Weşanxanaya Dozê ra nivîsîye.
Dozê roman(Bide dû dilê xwe) sala 2002a çap kir.

XXX
2011-01-26 

Êvar baş Kek Zinar,

Ez hêvîdar im tu bi malbata xwe ve di sihetê de nin. Qasek beriya niha di malpera te de min  bi kêfxweşî dît ku biraziyê min li ser Komeleya Xoybûnê nameya xwe amade dike. Ez hêvîdar im ku bi serkevtî be zanyariyên heta niha me nedîtibin pêşkêşî me bike.

Vaye demeke ez li ser kitêba Dr. Kemal Mezher a bi navê "Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd" dixebitim. Bêguman hê gelek maye, lê ez hêvîdar im rojek zûtir bikeve li ber destê kurmancîaxêvan.

Di kitêbê de beşek li ser Xoybûnê heye. Her çend werger hê temam nebûye û hinek kêmasî tê de hebin jî, lê ji bo biraziyê min jê îstîfade werbigre ez wê beşê ji te re dişînim. Bixwîne û şaşiyek hebe rast bike û ger ciyên neyên fehêmkirin hebin îşaretek deyne li ber. Ez jî dê di demeke nêzîk de bêm Swêdê.

Bi silavên gerim ên biratiyê.
Ziya Avci 

Merheba keko!
Sipas ji bo alîkariya te. Ezê bixwînim û dû ra bidim Serhat, min jê ra qal kir.
Sipas ji bo her tistî
Ma nuha tu ne li Wanê yî, erdheja Wanê dilê me gelkî êsand.
Gelek silav
Zinarê Xamo

XXX
2021-01-26

Fexrîye Adsay xaninê di twîteke xwe d agotiye Evdila Ocalan bi kurdî nizane. Min jê ra wiha nivîsî:
”Fexrîye xanim, kurmancîya Apo baş e û di telewîzyonê da bi saetan bi kurmancî dipeyivî. Ez bi xwe carê pê ra beşdarî programekê bûm, me bi kurmancî minaqşe kir. Yanî Evdila qet bi kurmancî nepeyivîye ne rast e. Lê wek her siyasetmedarê kurd tercîha wî tim li ser tirkî bû.”

Gotiye ”min negotiye bi kurdî nizane, lê min nedîtiye bi kurdî peyivîne. Hemû kitêbên wî bi tirkî ne.”
Min got:
”Him bi kurmancì zane û pir jî peyivîye. Di tv da bi kurmancî programa wî hebû. Min xwest tu wê bizanibî. Kitêbên wî giş axaftin e, nenivîsîye.
Bi silavên biratiyê”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar