27 januari 2022

Êdî bapêş jî meriv ditirsîne

Berê dema meriv serma digirt, bi bapêşê diket muhîm nedidît û kes pê nedihesand. Meriv jê neditirsiya, digot de bapêş e, piştî çend rojan ewê derbas bibe.

Heta hin tuxturan digotin bapêş baş e, ji laşê însên ra fêda wê heye, zirara wê tune ye.

Lê nuha bapêşa me êdî bûye îşaret û elametê corona yê. Corona jî kesê jê netirse tune, çimkî ev sal in mêraniya xwe, xurtiya xwe, cidîyeta xwe nîşanî dinyayê da.

Ev bêxwediya coronayê nexweşiyek wisa ye meriv nikane xwe jê biparêze, dibêjin riya herî baş dibê meriv xwe nêzî însên neke, jiyaneke îzole bijî.

Ê bi Xwedê ew jiyana îzole jî ne tu jiyan e, mişk bi mişktiya xwe jî carnan ji qulika xwe derdikve û hinekî seyrî alem dike.

Tiştê ez zanim corona dûzana meriv xera dike, bîna meriv teng dike û weselam...

Yê min bi xwe qet kêfa min jê ra nehat...

 

XXX

Jahrkujiya coronayê simaq e !

Xweha min bihîstiye ez bi coronayê ketime, nuha telefon kir. Li halê min pirsî. Em bîstekê peyivîn.

Wê jî wek diya min a rahmetî hin derman pêşniyarî min kirin. Got keko, simaqê û hinara bixwe. Simaq û hinar ji antîbîyotîkayê jî baştir e. Hinek ava pûrtiqala tevî simaqê bike û vexwe.

Sîr û zencefîr min zanîbû, lê simaq min ji bîr kiribû. Simak û tahlik dermanên diya min ên sereke bûn.

Dibêjin simaq, hinar, sîr û zencefîr ji derziyên coronayê jî bi tesîrtir in.

Ezê ji nuha û pê da zorê bidim simaqê, hinara, sîr û zencefîrê. Min nuha dest pê kir jî.

Êdî ez û şansê xwe, ya ezê li zirarê derkevim ya li karê. Jixwe kar û zirar birê hev in, ji herduyan yek e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE