28 januari 2022

Pîrozbahiya bi derengî

Di tariya sibê da pûlis bala xwe dayê serxweşek rast û çep li ba dibe, nakane rast bimeşe. Çû balê, jê ra got:

-Birako, tu peyê mest î mezin î, tu şerm nakî di vê saetê da li kuçan serxweş digerî?

Serxweş got:

-Çima ezê şerm bikim? Şeva serê salê bû, min çû du duble vexwar, nuha diherim mala xwe.

Pûlis keniya, got:

-Îcar şeva serê salê? Qey tu nizanî îro dawiya meha nîsanê ye?

Mêrik got:

-Ez zanim, ez zanim, Qet bi bîra min nexe. Jixwe ji êvar da ye ez jî difikirim ezê vê derengiyê ji xanima xwe ra çawa îzah bikim?

 

 Efûya serok

Li welatekî paşdamayî çawîşekî hukim girtibû destê xwe û bûbû serokê dewletê. Emir da, got nîvê cezayê mahkûman hatiye efûkirin. Piştî çend rojan midûrên girtîxaneyan kom bûn, çûn balê, gotin:

-Serokê hêja, kesên cezayê muebetê li ser hene em çawa bikin?

Serok hinekî fikirî, got:

-Bira rojekê li der bimînin, rojekê li hundur bimînin.

 

Meqes

Xort rojnamevanekî nuh bû. Derdê xwe ji hevalê xwe yê xwedî tecrûbe ra digot:

-Dibêjin xwedêgiravî qelem ji şûr tûjtir e. Xwediyê vê gotinê xwezî pesnê meqesê jî daba. Çimkî meqesa midûrê me ji qelemê jî, ji şûr jî xurttir û tûjtir e, hema dibirre...

 

Çi îşê we li wir hebû!

Dema garsonê tirk fêm kir mişteriyê wî ereb e, jê ra got:

-Di herba Yêmenê da we gelek leşkerên me kuştin. Apekî min jî li wir hat kuştin. Ji bo wê jî em ji yêmenîyan hez nakin.

Mêrikê yêmenî got:

-Çi îşê apê te û leşkerên we li Yêmenê hebû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE