28 januari 2022

Dermanê mucîzewî: simaq


Piştî ku min di medyaya sosyal da nexweşiya xwe ya coronayê îfşa kir, olaneke mezin da, gelek pêşniyarên tedawiyê û reçete bi ser min da barîn.

Xweha min do bi şev telefon kir, got keko, li dijî coronayê dermanê herî baş simaq û hinar e, ava hinarê ye. Her şev berî raketinê tevhev ke bixwe, vexwe.

Gelek nas, dost û hevalên din jî mala wan ava be, wan jî hin reçete û dermanên din li yên xweha min zêde kirin. Gotin, sîr, zencefîr, simaq, hingiv, leymûn, pûrtiqal vana giş derman in, hema heta ji te tê gişan tevhev ke, bikute û bixwe.

Simaq, sîr, zencefîr, hingiv li malê hene, lê hinar tune bû. Bîstek berê min xanim rêkir markêtê, min got bêyî hinarê corona dev ji min naqere, zû here çend hinaran bîne.


Mala wê ava be, çû du hinar anî, got yên baş tune bûn. Min tavilê yek şikand. Nîv xerabe derket, lê nîvê din dihat xwarin. Min reçeta pêşî çêkir û bi kevçiya çûmê. Bûbû cewahir, meriv telî xwe pê ra dixwar.

Bi şev ezê careke din çêkim.
Di Googlê da min bala xwe da fêdeyên simaqê. Bavooo, bi jimar naqede. Navê tibî û feydeyên wê ez nizanim bibêjim, lê tiştê min fêm kir simaq dermanê her nexweşiyê ye, bi xwarina wê, bi vexwarina ava wê meriv li karê ye, dibê meriv di xwarinê û zeletê da tim bi kar bîne, ava wê derman e.

Lê ne simaq tenê, hinar, zencefîr, sîr jî wisa ye, xwedêgiravî ew jî pir bi fêde ne.

Min îro reçeta xwe ji Mahmûd Lewendî ra got, min Mahmûdt, tu jî zorê bide simaqê, zencefîrê, sîr û hinara, dibêjin fêda wan pir e. Lê ilim jî simaq dermanê her nexweşiyê ye.

Camêr got Zinar, jixwe ev reçeta min e, ez her şev berî raketinê wan gişan tev hev dikim, dikutim, hinek hingiv jî tevê dikim û dixum.

Dema wiha got, min fêm kir bê çima ez bi qoronayê ketime, ew pê neketiye.
Mixabin ez dereng pê hesiyam, lê dîsa jî baş e…

Fexriya Adsay xanimê jî fêda simaqê tesdîq kiriye û gotiye ava simaqê ji bo pudiyê meriv jî baş e.
Tuxtorê wê ava simaqê jê ra tewsîye kiriye, wê jî bi kar aniye û fêdeyek mezin jê dîtiye.
Bi Xwedê dikeve serê min jî, ji dêlî av mavên sentetîk, ava simaqê meriv di devê xwe werde sed qatî baştir e, qenekê ekolojîk e.

Careke din derdikeve ortê dermanên kal û pîrên me, reçeteyên pêşiyên me ne tişt miştên berradayî bûne, ferza ku me biçûk didît.

Me henekê xwe bi fêda simaqê dikir, tu nabêjî dermanê herî baş e, ji derziya coronayê ne kêmtir e.
Ji nuha û pê da simaq, zencefîr, sîr, hinar, pûrtiqal, û hingiv ewê tu carî li mal kêm nebin. Ez tewsîyeyî we jî dikim, lê dîsa jî hûn bi kêfa xwe ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE