30 januari 2022

Dinya dijîtal jiyan gelkî zahmettir kiriye

Birayê minê ezîz Miradxanê Şemzînê ji min xwest ez taga #KurdîHilbijêre belav bikim. Ez gotina camêr li erdê naxim, taga #KurdîHilbijêre belav dikim.

Min di Twîtterê da jî bi alîkariya wî belav kir.

Bi xêra wî ez tiştekî nuh fêr bûm.15 sal in ez di medyaya sosyal da xwe li ba dikim, her roj dinivîsînim, lê hîn nizanim tag çi ye, çawa tê belavkirin ?

Law bi navê Xwedê dawiya zanînê nayê, meriv çiqasî fêr dibe jî naqede. Tu tiştekî fêr dibe, tu hew dinêrî pirt tiştekî din derket. Tu wî fêr dibî, yekî din dertê.

Ya sitar !

Berê ne wiha bû heyran. Berê dinya hêdî diguherî, keşf û îcad û teknîkên nuh zû dernediketin. Di seranserê umrê xwe da meriv tiştek, du tiştên nuh didît. Wex hebû meriv fêr bibe, bizanibe bi kar bîne

Telefona pêşî di sala 1880î da çêbû, heta sala  2000î jî wek xwe ma, 120 salan me tiştekî nuh nedît.

Lê nuha mehê tiştekî nuh derdikeve, tiştekî nuh li Facebookê, li Twitterê û li yên din zêde dibin.
Hin palatform derketine heta nuha min ne riya xwe pê xistiye, ne jî tikandiye.

Belkî ji Facebookê û ji Twitterê baştir bin jî lê ez nizanim çawa tên bikaranîn. Ez navên wan jî nizanim…
Welhasil dinya pir zû diguhere, îcad û keşf li ser hev çê dibin, meriv yekê hîn baş fêr nebûye, deh hebên din tên. Xort zû fêr dibin, lê kalên wek li dû dimînin. Û ev dinya modern, dîjîtalîze jiyan li me zor û zahmettir kiriye, pere mere ji ortê rabûye, her tişt bûye dîjîtal. Xwedê kir lawkê min alî min dike, ya na ewê îşê min û xanimê pir û pir zahmet bûya. Me yê nikanîbûya kiriya xwe bide, biçûna ser tuxtor.

Ez bi xwe qîma xwe bi blogê, bi Facebookê û bi Twîtterê û Lînkedînê tînim û dest navêjim yên din.
Ez ditirsim şaşiyekê bikim kompîtora min xera bibe, keda min a 40 salî bi avê da here. Lema ez tiştên nuh, tiştên ez baş fêr nebûbim tev nadim, dûro bi nûro…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE