30 januari 2022

Li hemberî hêza xwezayê însan bêçare ne

Ji do da ye li Swêd bahozeke mezin heye, rê hatine girtin, tirên, balafir naxebitin.

Nav lê kirine Malik. Malikê malik li xelkê xera kiriye. Însan wek kertalan di ber bê diherin. Derya hêc ketiye, pêl berberî asîmanan dibin.

Li gelek deran dar bi ketine, bi hezaran mala di tariyê da ne. Ji ber blindbûna pêlên deryayê gelek mal, bajar di bin avê da mane.
Li başûrê Swêd serban bi xaniyan ve neman, ba û bahozê serbanên gelek xaniyan firandin. 

Dahîra Meterolojîyê dibêje heta ji we tê ji malên xwe dernekevin rêwîtiyê. Heta nuha herêma me salîn e, germîyan, av û ceyrana me heye. Yanî em di xêra Xwedê da ne.

Li Kurdistanê ji ber berfê û sermayê xelk perîşan e, li Swêd jî ji ber bahoza Malik. Dibêjin bahozê îro jî dom bike.

Ji ber ku do jî ez dernektibûm, îro di bagerê da min xwe lê qeliband, xanimê got aman, hewar îro n eroja gerê ye, min guh nedayê, min rahîşt darikên xwe yên meşê û ji hundur derketim.

Ne ins, ne cins kes li der tunebû, tenê rastî yekî ”dîn” hatim, di vê bahozê da serqot baz dida. Li dora saetekê meşiyam û revîrevî vegeriyam malê…

XXX

Însanan tu hêz di coronayê nehîştine, pûç kirine.

Bala min lê ye hin kes hîn wek berê ji coronayê ditirsin.

Bi baweriya min dibê meriv êdî ji coronayê zêde netirse, dema pê ket nekeve panîkê, reşbîn û bêhêvî nebe.

Ev corona êdî ne wek ya berê ye, însanan ew kedî kirine, êdî meriv nakuje, tedawiya wê mimkûn e.

Min çiqasî xwe hemet jir jî têrê nekir, dawiya dawî ez jî pê ketim. Lê nikanîbû tu jahrê belav bike, tenê ez hinekî nerehet kirim, hewqas.

Hêdî hêdî baş dibim. Du-sê rojên din ezê ji berê jî xurttir bibim. Tew belkî ez pê debax bûbim.

Însan jêhatî ne, wek gelek nexweşiyên din ewê coronayê jî bikin bapêşeke sivik. Jixwe ji nuha da pûç kirine, tu tirr tê nehîştine, êdî tenê nav e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE