Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-30
Îro li mal bûm.
Min îro jî ji bo kovara Îsotê du pêkenîn nivîsîn, sibe ezê bidim Mamoste Nûjen. Dibê meriv alî Îsotê bike. Mamoste tenê nabe, dibê qelem zêde bibin. Qelemên cihê fikrên cihê ne, kovarê xweştir dike.
XXX
1987-01-30
*Îro kongreya Komeleya Stockholmê hebû. Lê ji ber ku piranî tunebû kongre çênebû.
*Festa zarokan zarokxanê û ya dê û bavên wan li Arsta Folket Husê çêbû. Bi xwarin û vexwarin bû, pir xweş bû. Zarok ji xwe hev nas dikin. Lê bi vê minasebetê dê û bavan jî bi hev ra sohbet kirin, hinekî baştir hev nas kirin. Swêd gelek qedir didin tiştên wiha. Li zarokên xwe pir miqate ne, ji bo kêfa zarokên wan were her tiştî dikin.
XXX
1996-01-30
Li ciyê karê min xanimekê dev ji kar berdida. Çend hevalên
wê ewê biçûna li aşxaneyekê bi hev ra xwarinek bixwarana. Ji min ra jî gotin,
ez çûm. Her kesî heqê xwarina xwe da. Li Swêd adeteke heye, dema yek dev ji kar
berdide diçin bi hev ra xwarinekê dixun. Ji ber ku ez çûm vê festê, min
hevdîtina xwe û Fexrî Olçer hîşt sibe.
Piştî festê(ez hinekî zû rabûm)ez çûm aşxana Yilmaz. Riza Polat, Eyûb Alacabey,
Mamoste, Wîldan li wir bûn. Me dîsa şêwr germ germ kir. Aşxana Yilmaz(Selîm Bakac) bûye odeya
gund û hêniya me, em li wir hevdu dibînin.
1999-01-30
Firat Cewerî telefon kir, got min nêt heye ku antolojiyeke nivîskarên Swêdî amade bikim. Xwest ez çend çîrokan ji swêdî wergerînim Kurdî. Min got wele romana Susanna Tamaro li ber qedendinêye, şeş heft rûpel mane, piştî min qedad em kanin carê hevdu bibînin û li ser bipeyivin.
XXX
Min îro sê kitêbên xwe(hindik rindik), hemû jimarên Ronahiyê
yên orjînal û bîst pilaqên kurdî yên di salên 1960 û 1970 î de li Tirkiyê
derketibûn wek diyariyekê dan Kitêbxana Kurdî ya Nedîm Daxdewîren.
Li ba Mamoste Nûjenû Yilmaz(Selîm Bakac), min jê re got dibê tu van pilakan û
Ronahiyê di enwantera Kitibxaneyê de wek diyariyên min qeyd bikî.
Soz da, got helbet ezê bikim û ezê tiştekî wek sipasnamê jî ji te re bişînim.
Min jê du kitêb xwestibûn, bi taybetî ya Nûreddîn Zaza ji
min re lazim bû, lê wî sê heb anîbûn(kitêba Thomas Bois ya li ser folklora
kurdan, bîrnanînên Nûreddîn Zaza û xebateke Joyce Blau ya bîblîyografîk). Min
xwest perê wan bidimê, negirt, got “divê tu hewqasî jî min mahcûb nekî.”
1999-01-30
XXX
2000-01-30
Ev çend roj bûn data min xera bûbû, lema jî di nav van du
hefteyên dawî de min nikanîbû tiştek binivîsiya. Aslan(Mehmet Kaya) do hat xêra
xwe ji min re çêkir.
Her roj goristaneke Hizbi Kontra li bajarekî tê dîtin. Îro jî
li Diyarbekrê, li deriyê mêrdînê, ji mexzena xaniyekî şeş term derxistin.
Ez bawer dikim di rojên pêş da li Kurdistanê ewê hîn gelek termên din werin
dîtin.
Dewlet wek hertim dixebite ji bo ku xwe ji van cînayetan bêrî bike. Û ji bo vê
yekê jî çi ji desta tê dike. Mesela îşev Suleyman Demirel di kanala TRT INT da got:
”Hizbullah îro derneketiye, ew ji salên 1990î û vir de heye. Lema jî tu kes
nikane têxe hustiyê yekî din û bibêje haya min jê tuneye. Dewlet însana nakuje
û nade kuştin, lê dema yek bi îddîayeke wiha derkeve ortê û bibêje dewlet li pişt
vê rêxistinê ye, wê gavê jî ewê ji wan bipirsin, bibêjin çima we heta nuha
dengê xwe nedikir?”
Çimkî partiyên di Meclîsê da hemû bi dor ya bûne îktîdar ya jî şirîkê îktîdarê.
Yanî mêrik bi hawakî eşkere got divê kes devê xwe dirêjî dewletê neke, heger bike
wê gavê serî ewê here bigihê wan jî; çimkî ew jî hatine ser hukum, çimkî bi
hawakî haya wan jî ji vê yekê heye.
Lê her çiqas nehêlin jî di rojên pêş da ewê gelek tiştên din jî derkevin û eşker
bibin.
XXX
2001-01-30
Hela tu ji xwe ra li bêşansiya vê malbata bextreş binêre !
Fewzî Şeyhanlioglu jî wek bavê xwe û herdu birayên xwe yên din ji sekteya dil çû. Di şerê meclîsê da parlamenterên MHPê lêxistin, dilê wî sekinî.
Min xebera mirina wî anuha di înternetê, di rojnama Hurriyetê da xwend.
Li gor xebera rojnameyê seet di 21.30î da miriye. Di Meclîsê da reş derketiye.
Di vî şerî da derb lê ketiye, xera bûye û rakirine nexweşxanê. Lê xelas nebûye.
Şer di nabêna parlamenterên DYPê û MHPê da derket. Parlamenterekî MHPê li Fewzî xistiye. Fewzî parlamenterê DYPê yê Rihayê bû.
Her çiqas nabêna min û wî ne baş bû jî, lê dîsa jî ez li ber ketim. Min û wî carê li hev xist.
Wî ji stûrî bela xwe di min da, ji min ra xeber da, min jî eynî xeber lê
vegerand û me li hev xist. Havîna 1975a bû.
Ez li bende xebera mirina birayê wî yê mezin Muherem bûm, çimkî ew ji zû da ye
li ber mirinê ye.
Serpêhatiya vê malbatê bi rastî jî gelkî trajîk e. Hersê bira jî(Aslan, Orhan,
Fewzî) di emrekî gelkî xort da bi vî hawî çûn. Jixwe waye Muherem jî li ber
mirinê ye. Mala Sebriyê Şêxmihemet malbateke mezin bû, kalê wan, bavê wan
Sebrî, lawê mezin Aslan, dûra Muherem serokatiya belediya Wêranşarê kirin. Li
Wêranşarê malbateke xwedî hêz bû, di nav çend salan da qediyan.
XXX
2008-01-30
Ji Abdulah Beskî ra
Merheba xortê delal!
Abdullahê delal, te xwestiye di warê wergerê da ez alîkariya we bikim. Dibê tu
baş bawer bikî heger wexta min hebûya minê bi kêfxweşî alîkariya we bikira.
Lê bawer bike qet wexta min tuneye. Wek tu zanî ez bi roj her kar dikim û seet
li dor 18.00 digihîjim mal. Rojê 2-3 seet wexta min heye, ez wê jî didim
nivîsîna meqaleya xwe. Min kitêbek nivîsîye, weşanxaneyê ev 3 hefteye
daye min ji bo ku ez redakte bikim. Bawer bike min heta nuha tenê 5 rûpel
redakte kiriye. Çimkî wexta min tuneye.
Esas divê hûn xortên wir xwe fêr bikin, karekî ne zor e. Ne hewce ye tu
motamot wergerînî, fena tu bi tirkî tiştekî bixwînî û ji pîrika xwe ra bi kurdî
qalê bike.
Meriv naveroka wê bi kurdî bibêje bes e. Ji ber ku tu belgeyeke mahkimê
wernagirînî.
Bi hêviya ku hûnê li qusûra min nenêrin.
Bi silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
XXX
2011-01-30
Ji Nûreddîn Yekta ra
Birayê Nûredîn merheba!
Ev cara pêşî ye ez rastî facebooka te têm, bi vê rasthatinê
ez kêfxweş bûm.
Lê bi fêrbûna wefata diya te jî ez gelkî xemgîn bûm. Bira
serê we sax be û gorra wê bihuşt be.
Seyda, helbesta te li ser diya xwe nivîsî ye xweş e, lê
xwezî ne bi tirkî bûya, dibê bi kurdî bûya.
Bi destûra te li vir ez gazinekê ji te bikim...
Tu rastiyê dixwazî min qet texmîn nedikir ku tu li ser diya
xwe bi tirkî binivîsînî.
Yekî wek Yekta Muhammed Nureddin, dibê ji diya xwe ra ne bi
tirkî, bi kurdî, bi zimanê wê binivîsanda.
Gelo gorrbuhşta diya te bi tirkî dizanîbû û tu pê ra bi
tirkî dipeyivî?
Ez texmîn nakim ku tu bi diya xwe ra bi tirkî dipeyivî û
zimanê diya te tirkî bû...
Îcar çawa ji dilê te hat te bi tirkî xîtabbî diya xwe kir ez
fêma nakim!
Seyda, bi dîtina min zana û ronakbîrekî wek te di warê
nivîsandina kurdî da dibê ji bo cîlên nuh bibe rêber.
Bi tirkî nivîsîna kesên wek te qet ne rast e, dibê rîsipiyên
wek te û min dev ji nivîsandina bi tirkî berdin û bi kurdî binivîsin, xoratan
teşwîqî kurdî bikin.
Hewcedariya miletê kurd îro bi kurdî heye, ne bi tirkî,
tiştê dewlet bi zorê kurdan îcbar dike dibê em bi xwe nekin...
Gelek silavên biratiyê û bimîne di xweşiyê da...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar