31 januari 2022

Çend gotinên Vasily Grossman

Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg du nivîskarên Kitêba Reş ya bi nav û deng in. Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg herdu jî cihûyên Rûsyayê bûn, di Şerê Cîhanê yê Dudya da muxabirên di cepheya şer da bûn.

Kitêba Reş raporeke dirêj e, 500 rûpel e, li ser jenosîda cihûyan li Ewrûpa Rojhilat bû. Di Kitêba Reş da li ser jenosîda naziyan gelek belge, hevpeyvîn, rapor, şahidiyên şexsî û gelek tiştên din hene.
Kitêba Reş dûra bû fîlmekî belgeyî, dokumenter.
Stalîn nehîşt kitêb li Sovyetê were weşandin. Çimkî nedixwst zulma li cihuyan dibe û antîsemîtîzma li Sovyetê were zanîn.

Çend roj berê telewîzyona swêdî ”Kunskapskanalen” fîlm nîşan da. Min lê teşa kir. Li ser jenosîda naziyan, zalimiya Stalîn û zulma li cihûyan kirine fîlmekî ecêb bû, meriv dihejand.

Tiştên Stalîn û komunîstan anîne serê cihûyan hema hema ji yên nazîstan ne kêmtir e, bi sedan cihû, bi îthama bûne hevalên naziyan bi qiç û pîlan ve gulebaran kirine.

Lê herduyan jî ji tirsa Stalîn newêrîbûne tiştên dibin îfşa bikin. Lê kopîyeke Kitêba Reş û hin belge derxistine derve. Bi xêra wan belgeyan Kitêba Reş xelas bûye.

Ilya Ehrenburg nivîskarekî gelkî meşûr e, gelek romanên wî hene. Dema Parîs ket, Bahoz(Firtone) û Pêla ji bin da tê romanên wî yên herî meşûr in.
Gelek kitêbên Vasily Grossman jî hene. Stalîngrad yek ji wan e.
Min çend gotinên Vasily Grossman wergerandin kurmancî.
 

-Her kes eynî êşê dikşîne, lê belê her kes li gorî xwe dikşîne.

-Ji serxweş ra mantara şûşeyê çiqasî hewce be, tu jî ji bo min hewqasî hewce yî.

-Tu nikanî tu tiştî ji dilê xwe jêkî û bavêjî. Dil ne ji kaxetê ye, jiyana di nav da bi murekebê nehatiye nivîsîn. Tu nikanî wê perengperengî bikî û bavêjî. Wan bi salan di mejiyê  te da, di ruhê te da şopên xwe hîştine, tu nikanî wan bavêjî.

-Ji kûsî pirsîn, gotin:
-Qalikê te ji çi ye?
Kûsî got:
-Ji tirsên min ên ketine ser hev in. Li dinyayê hîn tiştekî saxlem tune ye!

-Hevaltî, neynikeka meriv xwe tê ra dibîne. Carna dema tu bi hevalê xwe ra dipeyive tu xwe nas dikî.

-Dera zorbatî lê hebe êş tu carî kêm nabe, xwîn tê herikandin.

-Merivên bêruh hene, ji her xerabiyê ra dibêjin belê, tenê bira serdest şik nekin ku ew cihê difikirin.

-Li der û dorê çiqas merivên ne muhîm hene! Însan ji parastina mafên xwe yên diristiyê çiqasî ditirsin, çawa rehet teslîm dibin! Şelafî, bêşexsiyetî çiqasî pir e!

-Însan bi başî û bi xerabiyên xwe min matmayî dihêlin. Li gel ku giş xwediyên eynî qederê ne, lê ji hev pir cuda ne. Carê bifikire, dema bahozek radibe, baran dibare her kes ji baranê direve, xwe davêje taldakî. Lê ev nayê maneya hemû însan eynî ne. Her însan li gorî xwe ji baranê direve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE