Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-31
Min û Nebî Bala saet 13.30î da li bajêr hevdu dît. Hin kaxetên komelê anîbûn,
min îmze kirin.
Saet di 15-30î da min û Mamoste Nûjen hevdu dît. Herdu
pêkenînên min ji bo Îsotê nivîsî bûn min danê.
Navê pêkenînekê, ”Ez gû lawê gû me”, navê ya din jî ”Ez jî li gorî dewalosyonê
diherim.”
Ez, xanim û zarok êvarî em çûn mîvaniya Rojen Barnas. Em li taxekê dimînin.
Nabêna min û wî baş e, ez jê hez dikim. Şairekî baş e, pêkenînên wî jî xweş in, yên civata kurd in, ne xerîb û naylon in.
Di sala 1982a da ez çûm Lubnanê, ji wir çûm Sûriyê ji bo ku zarokan bînim Swêd. Ewê ji sînor bi qaçaxî derbas bibûne. Lê zarok 5-6 mehan li Cizîrê û Nisêbînê man, nikanîbûn derbas bibûna. Di nabêna partiya me da hin problem derketin, lema hevalên rêber nikanîbûn ew derbas bikirana.
Ez zêdeyî 5 mehan li wan deran, li Qamîşlo, Serê Kaniyê û Şamê mam. Piştî 5 mehan ez vegeriyam Swêd, zarok piştî min, di sala 1983a da hatin.
XXX
1987-01-31
Çûm şeva Fedaîyên Ekserîyet. Şeva wan li Tensta Trafê bû. Ez û Mahmûd Kîper ji wir jî çûn mala Mûrad Ciwan. Em li wir raketin. Sibê jî ez çûm Kurdistan Pressê min nivîsên Armancê xwend. Yek dinivîsîne, yek dixwîne. Bi vî hawî nivîs zûtir tên nivîsîn.
XXX
1997-01-31
Cergî min li Huddîngeyê dest bi kar kiriye pêra nagihînim êvaran çend rêzan
binivîsînim. Çaxa têm mal ji hal da ketime, di xwe ra nabînim rahêjim qelemê û
tiştekî binivîsînim. Wek ku ji sibê hetanî êvarî min hesp ajotibe.
Bêbavê berê tu kar nekiriye, gelek kar ketiye ser hev. Lema jî ez pir diwestim.
Lê lokal jî sê tebeq e, çûn hatin, hilkişîn û dakişîna bi nêrdiwanan da min pir
diwestîne.
Li Tirkiyê dîsa qala darbeyeke leşkerî dikin. Ev çend roj in
general civînê li pey civînê çêdikin û dîrektîfan didin siyasetmedaran.
Mesela Sûsûrlukê roj bi roj mezin û berfireh dibe. Lê medyaya îslamî jî eskeran
rehet nahêlin. General û MÎT îro çûne ba serokkomar Suleyman Demîrel, hin gilî
û gazinên îslamiyan pê kirine. Hin kes vekirî qala îhtîmala midaxeleyeke eskerî
dikin.
XXX
1999-01-31
Ecevît îro got Abdullah Ocalan vegeriyaye Îtalyayê. Dîsa
berdevk û gire girên dewletê li bin guhê hevdu ketin, dîsa berra pê hev dan,
dîsa dest bi teoriyên komployê kirin.
Ecevît got, Ewrûpiyan jî êdî Abdullah Ocalan naskirin, lema jî kes cî nadê.
Helbet ev dereweke mezin e, ew jî û yên li wî guhdarî dikirin jî zanin ku rastî ne wiha ye. Yên nahilin ewrûpî cî bidin Ocalan ew in û Emerîka ye. Ew nahêlin tu welat îltîca Ocalan qebûl bike.Her cara meriv li van derew û qurretiyên wan guhdarî dike meriv dihele, merezarî dibe.
Lê çi heyf destê vala deng jê nayê! Dewletek bi namûs jî dernakeve, nabêje law va ye me destûra mayinê dayê, hema hûn çi dikik bikin. Dewlet aviya bibêje tune ye. Kes ji bo kurdan nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera nake.
Îro jî Fexrî Olçer telefon kir, vê carê wî got îro hinek karê min heye, em sibe
hev bibînin. Me wer li hev kir.
1996-01-31
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar