01 februari 2022

Rê ji dila diçe dila

Li ser dil û dildariyê gelek gotinên xweş hene. Ji bo hezkirinê dilekî pak, ji bo domandinê ked lazim e. Bi gelekan ra ew dil tune. Di xortaniyê da dildarî xweş e, di extîyariyê da jî nostaljiya wê xweştir e.

Dildarî nigên meriv ji erdê dibire, meriv wek qertelekî bi asîmanan dixîne.
Meriv dike wek mişkekî serxweş û pisika malê bêminet dike, jê ra dibêje ”hodrî meydan ”!
Fermo çend gotinên li ser dildariyê:

-Dilê tirsonek bi sîngê gewr û boza şa nabe.
-Haya dil ji dil heye.
-Dilê fire pîr nabe.
-Dilê te fire be, ciyê me ewê hebe.
-Dil ku şikest êdî nacebire.
-Şûşa dil carê bişkê hew dicebire.
-Dil ne sifre ye meriv li ber her kesî raxe.
-Rê ji dila diçe dila.
-Dil miqabilê dil e.
-Dil pîr nabe.
-Dilê rehet şorê tebitî dike.
-Dev derewa dike, dil derewa nake.

Ji ber wê  yejî gava dil radibe pêdarê dikane bibêje:

-Bira dilê meriv bi dil be

bira tûrê parsê li mil be

bira tûr ji heft ciyan qul be

bira pars ne li vir be

li welatê xerîb û xurbetê,

li nava Ecem û Hind be…

bira balgiyê ber serê meriv kevir be

bira doşega bin meriv erdê şil be

bira lihêfa meriv asîmanê şîn be

û xwarina meriv jî pel û pincar

û pariyek nanê gilgil be

 
-Yê bi dilê xwe ne bi min ra be, bi bedena wî ra îşê min nîne. Ya muhîm dostî û hevaltiya ji dil e.

-Dilê hin kesan teng e, ne hezkirin dihere hundur, ne jî mirovahî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE