01 februari 2022

Şemsî

Di mahkimê da hakim ji jinikê pirsî:

-Peyê te dibêje te şemsî(sîwan) li serê wî xistiye, şemsî di serê wî da şikandiye. Rast e ya na?

Jinikê got:

-Rast e.

Hakim got:

-Ma tu nuha ne poşman î ?

Jinikê got:

-Çawa ez ne poşman im, şemsîya min nuh û top bû û pir jî buha bû, yeka nuh pêşek pere ye.

 

Xela

Qiralê Îngilistanê rojekê tebdîlî qiyafet kir û li welêt geriya. Çû bajarekî biçûk, li deriyê xanekê xist. Jê ra derî vekirin. Rûnişt, got ez birçî me, xwarinek xwest. Di tawakê da jê ra çar hêk qelandin û dan ber. Xwarina xwe xwar û hesab pirsî. Xandar got:

-Du hezar.

Qiral matmayî ma, got:

-Xêr e, ma xela hêkan rabûye?

Xandar got:

-Xela hêkan ranebûye lê xela qiralan rabûye...

 

Tarî bû

Jinikê hinekî bi hêrs ji lawê xwe yê biçûk pirsî:

-Do êvarî min sê sêv xistin dolabê, çima yek tenê maye?

Lîwik milê xwe hil kir, got:

-Di tariyê da min ew nedît, lema.

 

Zewac

Keçik yeka ne pak û ne lihevhatî bû, kesî nedixwst, di mal da mabû. Lê rojekê dilê xortekî ketê û xwest pê ra bizewice. Keçikê got erê, lê dibê tu riza bavê min bigre. Lêwik çû mesele ji bavê keçikê ra got. Bi kêf û bi rûkenî vegeriya.

Keçikê bi meraq pirsî:

-Bavê min çi got?

-Pir kêfa wî hat, got Xwedê ji te razî be !

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE